Serokkomar û Hevserokên YNKê tekezî liser dabînkirina miaş û debara jiyana hemwelatiyan kirin

  2020-08-05 03:28      182 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokkomar Dr. Berhem Salih û Hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî civiyan

Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Ehmed Salih, roja Sêşemê (04-08-2020), li Silêmanî, pêşwazî li Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî û endamên Polîtburoya YNKê kir. 
Di hevdîtinê de gotûbêj liser pirsên grîng yên di rojevê de, guherîn û pêşkevtinên siyasî, aborî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistan, İraq û Rojhilata Navîn hatin kirin.
Di hevdîtinê de tekezî liser grîngiya çareserkirina hemû pirsgrêk û krîzan bi beşdariya tev aliyên siyasî ji bo derbasbûn ji rewşê hatkirin ku di berjewendiya proseya siyasî û doza rewa ya xelkê berxwedêr yê Kurdistanê de be ji bo jiyanekî aram û xeşguzeraniyê. 
Di derbarê debara jiyana hemwelatiyan û miaşê miaşxwiran de ji destpêka belavbuna şewba koronayê û bandora wê li ser jiyan û aboriyê; hat tekezkirin ku pêwîste pirsa dabînkirina debara jiyana hemwelatiyan û miaşên miaşxwiran bên çareserkirin, bi taybetî çareserkirina pirsgrêkên hilwesîmayî yên navbera herdu hikûmetê Herêma Kurdistan û hikûmeta Federal a İraqê di çarçoveya destûr û yasa û parastina berjewendiyên giştî û miaşxwirên Herêma Kurdistan û İraqê de bi bê cûdahiyê.
Pirsa navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku di vê dema dawîn de hatiye rojevê, yek ji mijarên hevdîtinê bû; tekezî li ser grîngiya pêkanîna diyaloga ciddî û gîhîştin bi rêçareyek guncaw ji bo rizgarbûn ji vê rewşa niha û encamdana çaksaziyê di hemû waran de hatkirin.
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî