Hevserokê YNKê hêviya vegera aştî û ewlehiyê ji bo Lubnanê dixwaze

  2020-08-06 00:29      108 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, tekezî liser piştgriya ji bo Lubnanê kir û heviya vegera aştî û ewlehiyê ji bo wî welatî xwast.
Paş teqîna mezin ya li bajarê Beyrûta paytexta Lubnanê, Lahur Şêx Cengî di tora civakî tiwîterê de peyamek weşand û têda ragihand ku dimenên bajarê Beyrutê yên jiber teqînê, gellekî xemnakirin.
Lahur Şêx Cengî, tekezî liser piştgrî û desteka ji bo xelkê Lubnanê dike û hêviya vegera aştiyê ji bo wî welatî dixwaze. 
Herwiha, sersaxî li kesûkarên wan qurbaniyan kir ku di wê teqînê de canên xwe jidest dane û hêviya zû başbûnê jî ji bo brîndaran dixwaze. 
puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî