Polîtburoya YNKê 44 saliya YNKê giranbuha û dîrokî dinirxîne

  2019-06-01 06:21      188 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK berdewamê di gerandina rola xwe ya dîrokî ji bo armancên mezin

Gelê Kurdistanê yê berxwedêr!
Kesûkarên serbilind yên şehîdan!
Girseya dilsoz, hevalên têkoşer yên YNKê!
Îro, em, werçerxanekî mezin di dîroka hevçerx ya Kurd û tevgera rizgarixwaziya Gelê Kurdistanê de bibîr tînin; bîranîna rêçşikên û nûgeriyê di şoreşgerî û kurdayetî û xebata siyasî û demokratîk ya Kurdistanê de bîranîna 44 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û vêxistina agirê Şoreşa Nû (01-06-1975). 
Di vê bîranîna serfirazane de ligel slavekî germ pîrozbahiyê li kesûkarên serbilind yên şehîdan, pêşemergeyên qehreman û têkoşeran, zindaniyên siyasî û kemendamên eniyan, rêkxistinên dêrîn û kadroyan û hemû çîn û texên kurdewariyê, alîgir û xemxwir û  dilsozên YNKê dikin. Destegula wefa û emekdariyê, li ser gora pîroz ya rêberû serokê me yê dîrokî Mam Celal û serkirde û fermandarên şehîd û hemû şehîdên YNKê û gelê me datînin. 
Di şertûmercên paş niskoya 1975’ê û berheviya dijminan di rewşekê de ku dewletên xurt jiber cîbicîkirina stratejiya xwe ya berejewendîxwaziyê, çu asoyek ji bo xebata gelên bindest nehiştibû; wê demê Rejîma Beasê bi awayekî metirsîdar mijûlî cîbicîkirina stratejiya jinavbirina Netewa Kurd bû, bi cûrekî dest bi erebkirin, valakirin, koçdarî û komkujiyê kiribû li navçeyên Kurdistanê. Propagandaya wê  dikir ku ne mumkune carekî din çiyayên Kurdistanê Pêşmergeyan bi xwe ve bibîne; ha di we demê de ku bê hêvîbûnê bandora xwe li asoya kurdayetiyê kiribû, YNK saz bû û paş salekê şoreşa nû li nêv welêt dest pê kir û derket pêşberî bê hêvîtiyê.
Rêbaza hizrî û stratejiya demazrandina YNKê û dest pê kirina Şoreşa Nû, tenê ne bûyerekî mezin bû, degmen bû; herwiha rêçeşikên, guherîn û nûgeriya mezin di jiyana siyasî û berxwedêriyê li beramer jenosîd û hêrişên hovane yên dijmin û pîlanên wê de anî rojevê. Pêşmergeyên wê, mînakên qehremanetî û nefesdirêjî; rêkxistin û kadroyên wê jî mînakên dilsozî û jiriyê bûn. Di zindanan jî de zarên wê waneya “kêm jiyan, hêja jiyan” ê tomar kirin û li beramber êşkence û hovîtiya celladên rejîmê, çok nedan erdê; bi hezaran pêşmergeyên qehreman li ser piyan şehîd bûn û bi hezaran kadro û têkoşer jî rûbirû trajediyan bûn, birîndar û kêmendam bûn. 
Girseya dilsoz ya Kurdistanê!
Di dawiya salên heştî yên sedsala raborî de YNKê bi başi rewşa rejîma Beasê nirxand ku siyaseta çewt û berfirehîxwasta  faşîstan ber bi ketin û herifînê dibir; îradeya serhildanxwaziya YNKê ligel îradeya Gelê Kurdistanê yek hêvîxwaz bûn û ji bo cara yekê di dîroka şoreşên Kurdistanê de şoreşa demdirêj bi nexşerêjiya YNKê, gîhîşt rawestgeha serhildanê û Kurdistan hat azadakirin û qonaxa tecrubeya demokrasî û hikumraniya xwemalî dest pê kir. 
Paş serhildanê di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û damezrandina hikûmeta Herêma Kurdistanê de YNK wek hêzeke sereke di wê qonaxê jî de bi giyanekî xurt ya parastina berjewendiyên Gelê Kurdistanê, xebata xwe domand; her di wê demê de li şûn otonomiyê, nexşerêya “federalî” kir diruşma yekemîn hilbijartinê wek pêngav avêtinê ber bi armanca mezin “mafê çarenivîsê”. YNK ji bo parastin û geşepêdana ezmûna Herêma Kurdistanê, berdelên mezin da û berjewendiyên bilind xist pêşiya hemû berjewendiyên din. Di berfirehkirina sînorê azadî de diruşma “peydakirina nan û azadî ji bo nivîskaran” afirand û di pêşxistina ezmûna demkokrasiya Kurdistan û xebata piralî ya sivîl û pêkanîna mafên jinan de YNK, herdem rêçeşikên û serkêş bû. 
YNK, bi behnfrehiya xwe berdewamî da xebata xwe, heta Nîsana 2003 Rejîma Beas hat rûxandin. Bi jîriya heval Mam Celal u xebata hevbeş ya aliyên kurdistanî di avakirina Iraqa nû de YNKê, serkêşê çespandina mafê demokrasî, niştimanî û netewî yê Gelê Kurdistanê bû, di darijtina Destûra Iraqê de. Herwiha bi yekriziya kurdistaniyê , raberê Şoreşa Nû û Sekreterê Giştî yê YNKê heval Mam Celal ji bo yekemcar di dîroka Iraqê de wek kurdek bû bi serokkomarê Iraqê. 
Di serhildan û belavbna metirsiya terora “DAIŞ” de YNK yekser hişyariya metirsiyan û pêwîstiya rûbirûbûnê da. Di cengê têkşikandina terorîstên DAIŞê de milbimilê hêzên têkoşer yên Kurdistanê bi piştevaniya dewletên hevpeyman û dostên gelê me, Kurdistan ji metirsiyan hat parastin û bi sedan fermandarên pêşkevtî û pêşmerge û têkoşer û kadroyên YNKê şehîd bûn û jimareyek zêde jî birîndar bûn. Di hevkarîkirina lojîstî û siyasî de ji bo Rojavayê Kurdistanê, wek beşek dêrîn û resen ji xebata giştî, YNKê bi kiryar, ne bi diruşm û axaftên birîqîdar, ji fedekariyê nereviya û metirsiyên li ser wê beşa Kurdistanê nehişt.
Welatiyên xweşdivî!
Niha ku em vê bîranîna mezin giranbuha dinirxînin, ligel hatine hin armancên sereke, lê hêj gellek armanc û maf mane pêk bên û hewceyiya wan bi xebata berfireh ya hemû aliyan heye. Di derbarê rewşa Iraqê de qonaxekî nû di proseya siyasî û hikumraniyê de hatiye rojevê; pêwîste ev guherînên hanê wek derfetên guncaw ji bo çareserkirina pirsên nêvbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê bi rêya diyaloga berpirsyarane û di jêr ronahiya destûrê, hemû maddeyên destûrê bi bê cûdahî û gulbijêrkirin, bê cîbicîkirin. Bawerî bihevre jiyan di nêvbera hemû pêkhateyên de zêdetir bê xurtkirin û divê korîdora rastkirina ezmûna siyasî ya Iraqê, paş nemana rejîma dîktator û şovên û cûdaker, dest pê bike. 
Li Herêma Kurdistanê, ji bilî wê ku aliyan bi taybetî YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rêkeftina siyasî û dawîn car jî rêkeftina pêkanîna hikûmetê îmze kirine, lê, hêj naveroka wan neketina rêça cîbicîkirine. YNK ji destpêkê ve teqez kiriye,  şirîkiya rastîn di biryardanê de, berpirsyaretiya hevbeş di berjewendiyên Herêma Kurdistanê de, bi armanca encamdana çaksaziya rastîn û rûbirûbûna gendelî û çareserkirina pirsan û xurtkirina jêrxana aborî û saziyan û nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê bi lihevhatina hemû aliyekî siyasî be. Yekrîzî û tebayiya aliyên siyasî yên kurdistaniyan ji bo pêkanîna mafên gelê me û rûbirûbûna metirsiyan, bi pêwîstiyekî girîng û çarenivîssaz ya vê qonaxa xebatê dizane. 
Li hemû navçeyên kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî (Kerkûk, Xaneqîn, Dûz, Şengal û Mexmûr) hêj rewşa siyasî û îdarî asayî nebûye; hetta demeke jî hewlên cûrbicûr di rojevê de ne ji bo ji nû ve vegera “erebkirin” û şêwandina rastiya demografiya navçeyan û gefxwarin li pêkvejiyan û serhildana metirsiyên terorê ketiye rojevê. Lewra, em teqez dikin, pêwîste bi nerîngeha berjewendiyên giştî û çarenivîsa wan deveran, bilez dest bi çareseriya pirsan bê kirin. Ligorî rêkeftina siyasî ya nêvbera YNK û PDK, hewl bi aliyê asayîkirinê û çareserkirina pirsan û hilbijartina parêzgar, kamil bibe. Pêwîste hikûmeta Iraqê jî bi erkên xwe yên destûrî û yasayî rabe û hewlên ji bo cîbicîkirina Maddeya 140 ya destûra Iraqê bên çalakkirin û rewşa ne libar ya neguncaw  ligel xwasta demokrasî û destûra Iraqê ya paş dîktatorê Beasê, bên başkirin. 
Jiber hevrikiya dewletên hêzmezin, atmosferekî nû li navçeyê hatiye rojevê ku mixabin, hin caran nîşaneya mezinbûna aloziyan dide; YNK, herdem teqez kiriye ku danûstan û rêçareyên siyasî hilbijardeya herî başe û deverê jî ji malwêranî û kuştinan dûr dixe. Herwiha di van hevkêşan de serederîkirin ligel pêşkevtinan de bi aweyekî hevseng û liberçavgirtina berjewendiyên bala yên Gelê Kurdistanê û yekgirtina siyasetekî xurt ya Kurdistanê, bi girîng dizanin. 
Di derbarê YNKê de divê xwesazkirin û nûbûnekî rewa ya dadperwerane ya orgnan û pêdaçûnekî jîrane bi awayê bicîhanîna erkan û karûbarên rêkxistîniyê, bi cûrekî ku di astê guherîn û pêwîstiyên xebata vê qonaxê û qurbaniyên YNKê û gelê me de be. Gelê me çaverê wê yekê ye ku YNKyek xurtir li qada siyasî bibîne; lewra, pêkanîna kongreyêkê pêwîste ku tebayî û yekrîziya YNKê xurtir bike û bi bername û enerjiyekî nû, YNKê ji bo bicîhanîna erkên çarenivîssaz yên siberojê û zêdetir xizmetkirina Gelê Kurdistanê, baştir amade bikin. 
-Slav li bîranîna YNKê û Şoreşa Nû.
-Slav li ruhê pak yê raberê şoreşa nû û serokê me yê dîrokî Mam Celal û şehîdên me yên nemir.
-Slav li kesûkarên serbilind yên şehîdan, li peşmergeyên me yên qehreman, têkoşer û zindaniyên siyasî û kêmendamên eniyan. 
-Slav li kesukarên serbilind yên şehîdên Helebce û enfalkiriyan.
-Slav li girseya dilsoz û dengderên rencder yên YNKê
-Slav li gencan û jinan û neviyên siberoja YNKê û Gelê Kurd.
                                                                                                                                               Polîtburoya 
                                                                                                                     Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
                                                                                                                                               01-06-2019
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî