YNK, dest ji rêbaz û armanca zêdetir ji 20 hezar şehîdên xwe bernade

  2019-11-20 22:10      298 Car hatiye dîtin        Şîrove
Polîtburo, Roja Şehîdên YNKê granbuha dinirxî ne

Girseya berxwedêr ya Kurdistanê!
Kesûkarên serbilind yên şehîdan!
Roja 21-11-1976’ê ku hêj gellek dem derbas nebibû Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hatibû damezrandin, Şoreşa Nû di despêka durustbunê de bû; rejîma herifî Beas, şehîdên serkirde Şehabê Şêx Nûrî, Cefer Ebdulwehîd û Enwer Zorab îdam kiribû. Şehîdan, waneya “kêm jiyan, hêja jiyan” dahênan û celladên Beas’ê tûşî şok kir in û zindanan jî kir in bi eniyekî din ya berevanîkirin ê li Gelê Kurdistan û enerjî û morelek xurt dan bi şoreşê. 
YNK wek hêzekî nefesdirêj û rîceşikên ya kurdayetiyê di şertûmercên dijwar de ku bê hêvîtiyê bandora xwe li ser derûna hemû kurdekî dilsoz kiribû, carê bi vêxistina agirê Şoreşa Nû û 44 sal xebatê de zêdetir ji 20 hezar zarên qehreman  û cwamêr di enî û zindanan de giyanên xwe ji bo rizgarî, azadiya Kurd û Kurdistanê feda kirin. Di rojjimêra salê de roj nîne bîranîna şehîdbûn û serwer û jiriya zarekî YNKê têda nebe; goristan nîne bi dehan kêlên bilindî pîroz yên Pêşmerge û têkoşerên YNKê têda nebin. 
YNK, hêza pêkanîna erkên dijwar bû, hêza roje tengasiyê ye, lewra, herdem zarên wê li pêşiya eniyên qurbanîdanê bû ye ji bo Kurdistanê. Di her rewşekê de pêwîstiya Kurdistanê bi qurbanîdanê bû be, serkirde û pêşmerge û kadro û têkoşerên YNKê canfeda bûn e û pêşkêş bi Kurdistanê kirin e. Jiber vê, em bi pîroziyê temaşê yad û bîranînên şehîdên YNKê û hemû şehîdên Kurdistanê dikin û di astê kelên bilind yên gorên wan de serê rêz û wefayê liber wan diçemînin. 
Şehîdan ji bo gellek armancên pîroz û rewa de canên xwe bexşîn, beşek ji wan wek mafê destûrî di İraqê de pêk hatin e û beşekî jî hêj pêk nehatin e ku pêwîstiya wan bi xebatekî piralî ya hemû hêzên têkoşerên Kurdistanê heye. Deskeftên pêk hatine jî rastî metirsiyê hatine û berpirsyariya aliyên Kurdistanê ye bi yekhelwestî biparêzin.
Di roja “Şehîdên YNKê” de em radigihînin, erkên me gran in, cîbicîkirin hîmmeta kurdan û dilsozî divê. Di astê İraqê de rewşek aloz di rojevê de ye, hêj ne zelale wê çawa yekalî bibe, metirsiya li ser mafên destûrî yên Gelê Kurdistanê û navçeyên kurdistanî yên qutkirî jî ne kêmin, nabê liber çav neyê girtin. 
Di astê navxwe yê Kurdistanê jî de di vê roja pîroz de bi pêwîst dizanin bînin bîra hemû aliyekî bi taybetî karbidestên li parlemanto û hikûmetê ku hemû aliyek deyndarê jidestdana jiyana heval û heveniyên me û kesûkar û malbatên wan in. Deyndarê ew gelê têkoşeran e ku malwêranî û gellek jan kişandine ji bo pêkanîna deskeftên niha; lewra, hêjayê baştirkirina guzeran û xizmetguzarî û dabînkirina jiyanekî  rûmettir in. 
Di astê YNKê de wefadarî ji bo şehîdan; domandina xebata ye, pabendbûn bi rêbaza Mam Celal û sazkirina çaremîn kongreya YNKê û serkeftina wê ye bi ruhê bilind yê hevalane û xemxwiriye ji bo siberoja YNKê, da ku wek hêzekî rîçeşikên û jehatiyê xebata kurdayetiyê, xurtir û bihêztir, xwe ji bo bicîkirina erkên niha û siberojê amade bike û di astê daxwaz û çaverêyiya gelê berxwedêr yê Kurdistanê de be. 
Di vê roja pîroz de slavê ked û wefayê ji bo ruhê pak yên şehîdan dişînin. Ji bo kesûkarên serbilind yên şehîdan, em soza xwe dubare dikin ku rêbaza wan bernedin û herdem kêlên bilind yên gorên wan dê armancên me yên dûr  bin. 
                                                                                                                                          Polîtburoya
                                                                                                                       Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Puknow
Metîn Mihemed  
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî