YNK dest wernade karûbarên hikûmetê, lê dê çavdêrekî bi hêz be

  2020-05-12 21:59      101 Car hatiye dîtin        Şîrove
Berpirsê Malbenda Silêmanî a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ceza Seyîd Mecîd

Berpirsê Malbenda Silêmanî a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ceza Seyîd Mecîd, îro (12-05-2020), serdana Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmanî kir.
Di civînekî rojnamevanî de Ceza Seyîd Mecîd, ragihand; Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmanî, yek ji destkeftên grîng yên YNKê ye ku şanazî pê tê kirin Serok Mam Celal damezrînerê wê û bi berdewamî piştevanê vê balafirxaneyê bû ye. 
Berpirsê Malbenda Silêmanî, da  zanîn ku siyaseta nû a YNKê bi raberatiya hevserokên YNKê ji xizmetkirina civaka kurdistanê û çareserkirina rewşa niha a hestiyar û krîzan, bi taybetî baştirkirina rewşa jiyan û debara hemwelatiyan, pêk tê. 
Ceza Seyîd Mecîd, got: “em wek partiyekî siyasî bi çi awayekî dest wernadin karûbarên hikûmetê; lê, emê çavdêrekî bi hêz bin ji karîna kadroyên xwe yên postên hikumraniyê wergirtine. Emê, piştevanekî xurt bin di warê xizmetkirina hemwelatiyên Kurdistanê de. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî