Parlementerên YNKê beşdarî çi civîneke Parlementoya Kurdistanê nabin

  2020-05-14 18:54      118 Car hatiye dîtin        Şîrove
Desteya Serokatiyê peyrewa navxwe a parlementoyê binpê kiriye

Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) a li Parlementoya Kurdistanê, ragihand ku heta Desteya Serokatiya Parlementoyê hemû fraksiyonan venexwîne, beşdarî çi civîneke nabin.
Serokê Fraksiyona YNKê a li Parlementoya Kurdistanê Cemal Hewêz, di civînekî rojnamevanî de, aşkere kir ku heta hemû fraksiyonên parlementoyê ji aliyê Desteya Serokatiya Parlementoyê ve, neyên vexwandin û mekanîzma karkirina parlementoyê neyê başkirin, ew ne amadene beşdarî çi civîneke parlementoyê bibin. 
Cemal Hewêz, pirsgrêka wan 6 fraksyonan bi serokê Fraksiyona PDKê re nîne, berovajî pirsgrêk ligel Serokatiya Parlementoyê û parlementoyê ye; çunkî, di wê baweriyê de ne ku Desteya Serokatiyê peyrewa navxwe a parlementoyê binpê kiriye, ji bilî wê jî kar bi wê rêkeftina nêvbera YNKê û PDKê de nehatiye kirin ku pêştir hatiye îmzekirin.

Ev daxuyanî, de demekê de ye ku biryar bû, evroj hemû fraksiyon biciviyana; lê, ew 6 fraksiyonên Parlementoya Kurdistanê ku heftiya raborî jiber rakirina parêzbendiya ji ser parlementeran, civîn boykot kirin, biryar dan, heta Desteya Serokatiya Parlementoyê hemû fraksiyonan venxwîne, beşdarî çi civînekê nebin.

Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî