Hewlên baş hene ji bo YNK û PDK piştî cejnê bicivin

  2020-05-26 17:21      158 Car hatiye dîtin        Şîrove
Endamê Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyê ya YNKê Mela Bextiyar

Endamê Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyê ya YNKê Mela Bextiyar, ragihand ku hewlên baş heye ji bo ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), paş cejnê bicivin û got: “eger pêwîst jî bike, wa ez amade me destpêşxeriyê bikim ji bo gîhîştin bi çareseriya pirsgrêkan”.
Mela Bextiyar di hevpeyvîna xwe a ligel Ajansa Şefeq Nîwz de behsa pêşkevtinên dawîn yên li Herêma Kurdistan, İraq û Rojhilata Navîn dike û li ser pirsa sîstema nenavendiyê jî dibêje: “belê ji bo nemerkeziya deshilata darayî û îdarî bi armanca baştir birêveberina karûbarên parêzgehan. Lê, pêwîste ev nebe sedemek ji bo sepandina dû îdareyî û çend îdareyî ye; her aliyê kar ji bo vê bike, dê şaşitiya herî mezin ya stratejîk bike”.
Puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî