YNK tekezî li ser civîna bilez a aliyên siyasî dike

  2020-06-18 23:18      56 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK, rol û xebata bijîşk û karmendên kerta tenduristiyê di rûbirûbûna koronayê de granbuha dizane

Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (18-06-2020), li Silêmanî, bi serpereştiya hevserokan civîna xwe a asayî saz kir û gotûbêj li ser rewşa Herêma Kurdistan û İraqê kir.
Di civînê de Polîtburoya YNKê, rola hêja a bijîşk û karmendên tenduristiyê û hemû ewên di vî warî de kar dikin di rûbirûbûna belavbûna vîrusa koronayê de granbuha zanî ku pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêzê vê bi hawara wê giyanê hêja yê niştimanî yê xizmetguzariya kerta tenduristiyê ve biçe di dabînkirina maf û pêdiviyên wê texa grîng ya milletê me ku di xeta pêş ya rûbirûbûna vê nexweşiyê de cîh digrin û nehiştine sîstema tenduristiyê a Herêma Kurdistanê biherife. Em wek YNKê bi temamî piştevaniya daxwazên wan yên rewa dikin; çunkî, dabînnekirina jiyan û qûtê fermanber û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê erke û di stuyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. 
Rewşa Herêma Kurdistanê ku ji nav derbas dibe û astengiyên li pêşiya wê, yek ji mijarên civînê bû û tekezî li ser civîna bilez a aliyên siyasî ji bo dîtina rêçareya rizgarbûnê ji vê rewşa dijwar ku Herêma Kurdistan ji nav derbas dibe, hat kirin. 
Di civînê de bidîvçûn li ser rewşa navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kirin ku di vê dema dawî de gellekî alozî bi xwe ve dîtiye û bi roj û ronahî sînorê Herêma Kurdistanê tê derbaskirin û hemwelatiyên sivîl dibin qurbanî û rastî zerer û ziyanekî zêde ya canî û malî dibin. Beşekî zêde şêniyên wan gundan aware bûne û berhemên wan yên çandiniyê ku tekane çavkaniya wan ya jiyanê ye, jiber êrişên balafir û topbarana welatên cîran, wêran bûye. Li gor me, êdî nabe hikûmet û parlementoya İraqê bê deng bin di astê van hemû binpêkirinan de. Em daxwaz ji Hikûmeta Federal a İraqê dikin ji bo parastina serweriya xak û asmanê İraqê bi pele pengav biavêje û jiyana wan hemwelatiyan biparêze.
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî