Tevgera Goran: Rewş ji bo lidarxistina hilbijartinê ne guncawe

  2018-09-04 19:56      302 Car hatiye dîtin        Şîrove
Civîna çapemeniyê ya PDK û Tevgera Goranê

Şanda bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran, îro (04-09-2018) li bajarê Silêmaniyê, civiyan. 
Di civîneke çapemeniyê de herdu aliyan naveroka danûstanên xwe ji bo raya giştî aşkere kirin.   
Peyivdarê Tevgera Goran Şoriş Hacî ragihand ku gotûbêj li ser; peywendiyên navbera herdu aliyan, helwesta aliyên Kurd li Bexdadê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kirin e. 
Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de Şoriş Hacî, da zanîn; atmosfera ku heye ji bo pêkanîna hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê (30-09-2018) hêj guncaw nîne. Jiber pirsên hene bi taybetî rewşa jiyan û debara xelkê, dibe ku rêjeya beşdariyê di hilbijartinê de kêm be. 
Herwiha anî zimên ku ew, naxwazin ev hilbijartin aştiya civakî zêdetir têk bibe.” 
Peyivdarê PDKê Mehmûd Mihemed jî diyar kir; projeya hevbeş ya PDK û YNKê ku ji bo pêvajoya siyasî ya Iraqê amade kirine di rojeva civînê de cîh girtiye û ligel Tevgera Goran behsa vê projeyê kirin e. 
Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de peyivdarê PDKê, daxuyand ku dem ji bo lidarxistina hilbijartinan guncaye û komîsyona hilbijartinan jî amadekariyên xwe yên yasayî û teknîkî kiriye.
Amadekar: Metîn Mihemed
puknow

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî