Divê Parlementoya Kurdistanê biryara dawî li ser çarenivîsa miaşên fermanberan bide

  2020-06-23 08:52      446 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hikûmeta Herêmê ji neçarî ev biryara giran standiye

Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), duhî (22-06-2020) di civînek ne asayî de gotûbêj li ser biryarên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser kemkirina miaşên fermanberan kir û encamê wê bi raya giştî re par kir.
Teksta danezane:
Danezana dawî ya civîna Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê  ya roja 22-06-2020.
Di çarçoveya ronahiya biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê de di derbarê kemkirina temwîla miaşên miaşxwirên Herêma Kurdistanê bi qasî ji % 21 û bi temwîlkirina ji % 79 ji koma miaş, tenê ji bo “heyvekê”, civîna neasayî a polîtburoyê ragihand:
Ligel piştevaniya xwe ji bo tîma YNKê di hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo rêzdar Cîgirê Serokwezîr û wezîrên birêz  ji bo beşdariya wan di vê biryarê de ligel tev pêkhateyên di nav hikûmeta Herêmê de em radigihînin ku:
Ligel vê yekê, YNK nûnerê rencderên bîrûbazû yê girseya Kurdistanêye û bi vê nerîngehê, wek prensîpê bingehîn, em ne ligel kemkirina qûtê hevniştimaniyan û miaşxwirên Kurdistanê ne ku hêjayî zedetir xizmetê ne; lê jiber rewşa neasayî a Herêma Kurdistanê û İraq û Rojhilata Navîn û erzanbûna buhayê petrolê ku şahdamarê aboriya Herêmê û İraqê ye û jiber belavbûna şewba korona ku hemû sazî û dezgeh û mofikên Herêma û Rojhilata Navîn ji kar xistiye, em dizanin ku hikûmeta Herêmê ji neçarî ev biryara giran standiye. 
Polîtburo daxwaz ji şanda hikûmeta Herêmêe dike ku bi jivanin bilez ber bi Bexdadê ve birêkevin ji bo temamkirina danûstanên ligel hikûmeta federal; bi hemû karînên xwe rijdiyê li ser mafê rewa û destûrî û yasayî yê xelkê Kurdistanê bike. 
Herwiha, em daxwaz ji hikûmeta Herêmê dikin bi hemû pêkhateyên wê, pêngavên ciddî û praktîkî biavêjin ji bo çaksaziyê di hemû mofikên dahat û xerciyên Herêmê de û di vê qonaxê de reform tenê miaşê miaşxwiran li xwe negre û ji bo tev dahat û xerciyan û kompanyayên neftê jî şefafiyetê pêk bîne. 
Herwiha, polîtburo daxwaz dike ji bo siberojê û paş vê heyvê di derbarê çarenivîsa miaş û mafê darayî yê miaşxwiran û karmendên Kurdistanê de pêwîste li pêşiya parlementoyê û li ser pêşniyarê hikûmetê bê kirin û biryara dawî ji bo Parlementoya Kurdistanê be ku dezgeha herî bilind a yasadanîn û çavdêriya hikûmetê ye. 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî