Li Herêma Kurdistanê di rojekê 311 kes bi koronayê ketin
2020-06-26 23:01     127 Car hatiye dîtin      Şîrove
Di 24 demjimêrên bihurî de 13 pêketiyên koronayê canên xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 311 kesên din bi êşa koronayê ketine û 13 pêketiyên din yên koronayê jî canên xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya 26ê Hezîrana 2020ee:
Li Hewlêrê 50, li Silêmanî 198, li Îdareya Raperîn 10, li Îdareya Germiyan 47 û li Duhokê 6 kes tûşî vîrusa koronayê bûne.
Di 24 demjimêrên bihurî de 13 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane. Li Silêmanî 12 û li Hewlêrê kesekî (1) canên xwe ji dest dane.
Bi giştî li Herêma Kurdistanê, heta niha 5185 kes bi êşa koronayê ketine (li Hewlêrê 1141, li Silêmanî 3578, li Duhokê 165, li Helebce 121) .
Ji vê hejmare 1600 nexweş baş bûne (li Hewlêrê 667, li Silêmanî 759, li Duhokê 133, li Helebce 41).
162 kesan jî canên xwe ji dest dane (li Hewlêr 22, li Silêmanî 138, li Helebce 2).
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir