Dema rawestandina xebatê li sazî û dezgehên resmî hat dirêjkirin
2020-06-27 13:02     143 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li fermangehên resmî dewam heta 4ê Tîrmehê hat dirêjkirin
Lijneya Bilind ya Operasyonên Parêzgeha Silêmaniyê ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê, îro (27-06-2020) civiya û biryarên pêwîst stand.
Di çarçoveya tedbîrên rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê de biryar hat dayîn ku li sazî û dezgehên resmî yên sînorê parêzgeha Silêmanîyê, rawestandina kar û çalakî heta 4ê Tîrmehê bê dirêjkirin. Ji bilî kerta tenduristî û xizmetguzariyê.
Qedexeya çûnûhatina otomobîlan bo nav bazar wek xwe dimîne, welatî bi piyan dikarin biçin bazarê.
Çûnûhatina navbera Silêmanî û parêzgehên din yên Herêma Kurdistanê û parêzgehên İraqê wek xwe daxistî dimîne.
Hemû mizgeft û perestgeh û cîhên olî li sînorê parêzgeha Silêmanî bi daxistî dimînin.
Veguhestina bi pas û mînîpas li navenda bajarê Silêmaniyê, heta 4ê Tîrmehê dê qedexe bimîne. Taksî bi mercê cîbicîkirina rênîşanên xweparêziya dê kar bikin.
Aşxanê dê bi rêya delîverî bikaribin kar bikin û kafeterya û nargîlaxene jî dê daxistî bimînin.
Ofîsên bijîşkên diranan dê daxistî bimînin.
Di daxuyaniya nivîskî de daxwaz ji hemwelatiyan hatiye kirin ku rênîşanên tenduristiyê cîbicî bikin û xwe ji qerebalixiyê dûr bigrin.
Puknow
Babetên zêdetir