Li Herêma Kurdistanê 18 kesan canên xwe ji dest dan

  2020-06-28 03:00      146 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di 24 demjimêrên bihurî de 348 kes tûşî koronayê bûn

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, encamên pişkinînên koronayê yên 24 demjimêrên bihurî (27-06-2020) ji bo raya giştî aşkere kir.
Li gor encamên pişkinên bijîşkî:
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 18 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane û 348 kesên din jî bi şewba koronayê ketine.
Li Hewlêrê 56, li Silêmanî 216, li Germiyan 37, li Duhokê 3 û li Helebceyê 36 kesên din bi vîrusa koronayê ketin. 
Di rojekê de 18 kesan li Herêma Kurdistanê canên xwe ji dest dan;
Li Hewler 1, li Silêmanî 14 û li Germiyan 3 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dan. 
Li gor amarên dawîn yên Wezareta Tenduristiyê, bi giştî li Herêma Kurdistanê 5533 kes bi vîrusa koronayê ketine; ji vê hejmarê 1634 nexweş baş bûne û 180 pêketiyên koronayê jî canên xwe ji dest dane (li Hewlêr 23, li Silêmanî 155, li Helebce 2).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî