139 kesên din bi koronayê ketin û 6 peketiyan jî canên xwe ji dest dan

  2020-06-29 05:21      164 Car hatiye dîtin        Şîrove
Encamên pişkinên koronayê yên 24 demjimêrên bihurî

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, encamên 24 demjimêrên bihurî (28-06-2020), ragihand. 
Di 24 demjimêrên bihurî de 139 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronayê û 6 haletên jiyanjidestdanê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. 
Di 24 demjimêrên bihurî (28-06-2020) de:
-Li Hewlêrê 40, li Silêmaniyê 31, li Îdareya Germiyanê 55, li Duhokê 4 û li Helebceyê 9 kesên din bi êşa koronayê ketin.
-41 pêketiyên koronayê baş bûn (li Hewlêrê 27, li Germiyanê 6, li Helebceyê 8).
-6 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dan (li Hewlêrê 2, li Silêmaniyê 2, li Raperînê 1, li Helebceyê 1).
Bi giştî ji destpêka derketina vê nexweşiyê heta niha;
-Li Herêma Kurdistanê 5672 kes bi koronayê ketine (li Hewlêrê 1237, li Silêmaniyê 4097, li Duhokê 172, li Helebceyê 166).
-Ji vê hejmarê 1675 nexweş baş bûne (li Hewlêrê 716, li Silêmaniyê 774, li Duhokê 133, li Helebceyê 52).
-Ji wan pêketiyan 186 kesan canên xwe ji dest dane (li Hewlêrê 25, li Silêmaniyê 158, li Helebceyê 3).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî