Li tev sînorên Parêzgeha Hewlêrê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

  2020-06-29 05:46      136 Car hatiye dîtin        Şîrove
Qedexeya temam li hemû sînorê Parêzgeha Hewlêrê dê 5 rojan berdewam be

Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê, jiber bilindbûna rêjeya belavbûna vîrusa koronayê biryar da li seranserê sînorê parêzgehê, qedexeya çûnûhatinê ya temam bê cîbicîkirin.
Qedexeya çûnûhatinê ku hemû navçe û nahiyeyan li xwe digre 30ê Hezîranê ji demjimêr 00:00 ê dê despê bike, heta 4ê Tîrmehê demjimêr 24:00 ê dê berdewam be û qedexeya çûnûhatinê rojane ji demjimêr 06:00 ê heta 24:00 ê dê bê cîbicîkirin.
Di wan demjimêrên ku rojane qedexeya hatin û çûnê dê bê cîbicîkirin, ji bilî tîmên tendirustiyê, hêzên ewlehiyê, hêzên navxwe, ambulans, dîplomtên rêxistin û ajansên Netewên Yekgirtî, kompaniyên sûtemeniyê yên neft û gaze, hêzên ewlehî yên ku di erkê fermî de ne, fermangehên xizmetguzarî yên weke berevaniya sivîl, av, elektrîk, bajarvanî, baxçe û park û kompaniyên paqijkirina bajar, hemû hatin û çûnek li tevahiya sînorê parêzgeha Hewlêrê qedexe ye.
Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniya nivîskî de ragihandiye ku ji bo asankariya jiyana rojane ya hemwelatiyan, sominxane û firinên nan, markêtên li taxan, dikanên firotina keskayî û fêkî û dermanxaneyên nobedar dê vekirî bin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî