Encamên pişkinên koronayê yên 24 demjimêrên bihurî

  2020-06-30 06:15      141 Car hatiye dîtin        Şîrove
232 kes bi koronayê ketin û 14 peketiyan jî canên xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, encamên 24 demjimêrên bihurî (29-06-2020), ragihand. 
Di 24 demjimêrên bihurî de 232 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronayê û 14 haletên jiyanjidestdanê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. 
Di 24 demjimêrên bihurî (29-06-2020) de:
-Li Hewlêrê 85, li Silêmaniyê 46, li Îdareya Germiyanê 59, li îdareya Raperîn 27, li Duhokê 1 û li Helebceyê 14 kesên din bi bi vîrusa koronayê ketin.
-92 pêketiyên koronayê baş bûn (li Hewlêrê 63, li Germiyanê 19, li Helebceyê 4 û li Duhokê 6).
-14 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dan (li Hewlêrê 1, li Silêmaniyê 11, li Raperînê 1, li Helebceyê 1).
Li Herêma Kurdistanê bi giştî ji destpêka derketina vê nexweşiyê heta niha;
-5904 kes bi koronayê ketine (li Hewlêrê 1322, li Silêmaniyê 4229, li Duhokê 173, li Helebceyê 180).
-Ji vê hejmarê 1767 nexweş baş bûne (li Hewlêrê 779, li Silêmaniyê 793, li Duhokê 139, li Helebceyê 56).
-Ji wan pêketiyan 200 kesan canên xwe ji dest dane (li Hewlêrê 26, li Silêmaniyê 170, li Helebceyê 4).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî