Silêmanî - Rêjeya başbûna nexweşên koronayê ber bi bilindbûnê ve diçê

  2020-06-30 22:01      137 Car hatiye dîtin        Şîrove
Nexweşxaneya Komarî ya Silêmanî amarên geşbînane û hêvîbexş belav dike

Rêveberê Nexweşxaneya Komarî ya Silêmanî Dr. Dahat Hewêzî, ragihand ku rojane 100 nexweşên koronayê li 4 qawîşan, çareseriyê werdigrin û rojane rewşa tenduristiya 20 nexweşan ber bi başbûnê ve diçe. 
Dr. Dahat Hewêzî, da zanîn; rojana 20 nexweşên koronayê ku ber bi başbûnê ve diçin ji bo berdewamiya tedaviyê ji bo malên xwe yan otelên ji bo wan hatine terxankirin re tên şandin. Hevdem, rojane ji bo 10 nexweşan jî plazmaya xwinê dinivsînin û plazma jî bidest dikeve.
Rêveberê Nexweşaxaneya Komarî, aşkere kir; rojan rewşa tenduristiya 5 nexweşan têk diçe û pêwîstiya wan bi amêrên nefesdayînê dibe û li gor qeryoleyên li ber dest ji bo Nexweşxaneya Şehîd Aso re dişînin ku taybetê bi dermankirina nexweşên koronayê. 
Rêveberê Nexweşxaneyê diyar kir ku rojane çend haletekî kem yê mirînê li Nexweşxaneya Komarî tê tomarkirin û got: “ya cîhê dilxweşiyêye ewe ku praniya ew nexweşên plazmayê werdigrin sûdê jê dibinîn û paş du – sê rojan nexweşxaneyê bicîh dihêlin. Niha, jimareyeke zêde hemwelatî berê xwe didin bankeya xwînê ji bo dayîna plazmayê û praniya ew nexweşên ku 14 roj bi ser başbûna wan re derbas dibe, bi xwe diçin plazmayê dibexşin”.
Hevdem, bi raya giştî ragihand ku ji sibê ve dê dest bi bikaranîna dermanekî taybet bikin ji bo xurtkirina berevaniyê yên tûşî hewkirina kezebê a dijwar bûne.
Rêveberê Nexweşxaneya Cûmhûrî a Silêmanî, dilxweşiya xwe jî anî ziman beramber bikarinanîna mask û destlepikan ji aliyê hemwelatiyan ve. 
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî