240 kes bi koronayê ketin û 7 peketiyan jî canên xwe ji dest dan

  2020-06-30 22:21      147 Car hatiye dîtin        Şîrove
Encamên pişkinên koronayê yên 24 demjimêrên bihurî (30-06-2020)

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, encamên 24 demjimêrên bihurî (30-06-2020), ragihand. 
Di 24 demjimêrên bihurî de 240 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronayê û 7 haletên mirinê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. 
Di 24 demjimêrên bihurî (30-06-2020) de:
-Li Hewlêrê 58, li Silêmaniyê 110, li Îdareya Germiyanê 71 û li Duhokê 1 kesên din bi bi vîrusa koronayê ketin.
-88 pêketiyên koronayê baş bûn (li Hewlêrê 49, li Silêmaniyê 34 û li Germiyanê 5).
-7 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dan (li Silêmaniyê 6 û li Germiyanê 1).
Li Herêma Kurdistanê bi giştî ji destpêka derketina vê nexweşiyê heta niha;
-6144 kes bi koronayê ketine (li Hewlêrê 1380, li Silêmaniyê 4410, li Duhokê 174, li Helebceyê 180).
-Ji vê hejmarê 1855 nexweş baş bûne (li Hewlêrê 828, li Silêmaniyê 832, li Duhokê 139, li Helebceyê 56).
-Ji wan pêketiyan 207 kesan canên xwe ji dest dane (li Hewlêrê 26, li Silêmaniyê 177, li Helebceyê 4).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî