YNK û Tevgera Goranê gotûbêj li ser çend mijarên grîng kirin

  2020-07-01 15:47      136 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî û Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyîd Elî civiyan

Wefdekî Bala ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, îro (01-07-2020), li Silêmanî, serdana Tevgera Goranê bi serokatiya Rêkxerê Giştî Omer Seyîd Elî kir.
Herdu aliyan gotûbêj li ser pirsên di rojevê de bi taybetî debara hemwelatiyan û rewşa giştî a Herêma Kurdistanê kirin. 
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî di navnîşana xwe ya tora civakî feysbûkê de belav kir ku îro, ligel rêkxerê giştî û berpirsên bala yên Tevgera Goranê civiyan e û dibêje: “me di derbarê başkirina debara hemwelatiyan û rewşa giştî a Herêma Kurdistanê û peywendiyên herdu aliyan û çend mijarên din de gotûbêj kir”.
puknow
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî