Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din jiber koronayê canên xwe jidest dan

  2020-07-02 06:48      188 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di rojekê de 259 kes vîrusa koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, encamên 24 demjimêrên bihurî (01-07-2020), ragihand. 
Di 24 demjimêrên bihurî de 259 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronayê û 6 haletên mirinê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. 
-Li Hewlêrê 80, li Silêmaniyê 92, li Îdareya Germiyanê 69 û li Helebceyê 18 kesên din bi bi vîrusa koronayê ketin.
-223 pêketiyên koronayê baş bûn (li Hewlêrê 38, li Silêmaniyê di dema çardeh rojan de 169 û li Germiyanê 14, li Duhokê 1 û li Helebceyê 1).
-6 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dan (li Hewlerê 1, li Silêmaniyê 3, li Raperînê 1 û li Germiyanê 1).
Li Herêma Kurdistanê bi giştî ji destpêka derketina vê nexweşiyê heta niha, pişkinîn ji bo 136557 kesan hatiye kirin. 
-6403 kes bi koronayê ketine (li Hewlêrê 1460, li Silêmaniyê 4571, li Duhokê 174, li Helebceyê 198).
-Ji vê hejmarê 2078 nexweş baş bûne (li Hewlêrê 866, li Silêmaniyê 1015, li Duhokê 140, li Helebceyê 57).
-Ji wan pêketiyan 213 kesan canên xwe ji dest dane (li Hewlêrê 27, li Silêmaniyê 182, li Helebceyê 4).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî