Hejmara giştî a pêketiyên koronayê gîhîşt 6657 kesan

  2020-07-03 09:16      170 Car hatiye dîtin        Şîrove
2164 nesaxên koronayê baş bûne û 223 kesan canên xwe ji dest dane

Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di 24 demjimêrên bihurî de 254 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî koronayê bûne û 10 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê (02-07-2020) di nava rojekê de 254 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronayê (Covid-19) hatine tomarkirin; 73 kes li Hewlêrê, 86 kes li Silêmanî, 68 kes li Germiyanê, 23 kes li Raperînê û 4 kes jî li Duhokê.
Her li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê di 24 demjimêran de 10 nexweşên din ên koronayê canên xwe ji dest dane; 5 kes li Silêmanî, 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Germiyanê û kesek (1) jî li Raperînê. 
Herwiha di 24 demjimêrên bihurî de 86 nesaxên vîrusa koronayê, piştî wergirtina çareseriya bijîşkî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê, heta niha bi giştî 6657 kes bi vîrusa koronayê ketine, 2164 pêketiyên koronayê baş bûne û 223 nexweşên koronayê jî canê xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî