Hejmara pêketiyên koronayê kêm bûne

  2020-07-03 22:54      176 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê kêm bûye

Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di 24 demjimêrên bihurî de 187 kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine, 8 kesan canê xwe ji dest dane û 88 nesaxên koronayê jî baş bûne.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê (03-07-2020) di nava rojekê de 187 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronayê (Covid-19) hatine tomarkirin; 39 kes li Hewlêrê, 89 kes li Silêmanî, 44 kes li Germiyanê, 10 kes li Raperînê û 5 kes jî li Duhokê.
Her li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê di 24 demjimêran de 8 nexweşên din ên koronayê canên xwe ji dest dane; 7 kes li Silêmanî, 1 kes li Germiyanê. 
Herwiha di 24 demjimêrên bihurî de 88 nesaxên vîrusa koronayê, piştî wergirtina çareseriya bijîşkî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê, heta niha bi giştî 6844 kes bi vîrusa koronayê ketine, 2252 pêketiyên koronayê baş bûne û 231 nexweşên koronayê jî canê xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî