Silêmanî berdewame li ser cîbicîkirina tedbîrên rêgirtinê li belavbûna vîrusa koronayê

  2020-07-04 00:08      108 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Silêmanî dema rawestandina dewamê li sazî û dezgehên resmî hat dirêjkirin

Lijneya Bilind ya Oparêsyonan ya Parêzgêha Silêmanî ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê, çend biryarekî nû stand.
Li gor beyannameya jimare 43 ya sala 2020 ê ya Wezareta Navxwe Herêma Kurdistanê, biryarên nû hatin standin:
-Çûnûhatina navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û derveyî Herêma Kurdistanê bi daxistî dimîne.
-Sekinandina dewama resmî li sazî û dezgehên resmî, ji bilî hêzên navxwe, kerta tenduristiyê û fermengehên xizmetguzariyê li gor xwezaya erk û nobedariyê, heta 10ê Tîrmeha 2020ê hat dirêjkirin.
-Hemû mizgevt û perestgeh û cîhên olî li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê daxistî dimînin.
-Her klînîkekî bijîşkî, laboratuwar û nexweşxaneyekî taybet eger pabendî rênmayiyên tenduristiyê nebin dê ji bo dema heftiyekê bê daxistin.
-Aşxane, çayxane, pastaxane û kafeterya bi bê frotina nargîle, 4ê Tirmeha 2020ê li gor van rênîşan dê vebin.
1-Nîvê jimareya maseyan û cîhên rûniştinê dê bên bikaranîn 
2-Bi temamî mercên tenduristiyê dê bên cîbicîkirin.
-Holên sporê û cîhên çareseriya srûştî di çarçoveya şertûmercên tenduristiyê û cîbicîkirina rênîşanan û xweparêziyê dê vebin.
- Nargîlexane û her kafeteryayek ku nargîle pêşkêş bike, avjenîgeh, muzîka zindî, meyxane, holên bone, cîvin û konferansên dê daxistî bimînin.
-Danîna konên sersaxiyê li taxan û li goristanan, serdana nexweş û her civînekî xweşî û nexweşî û ahenggeran qedexeye.
-Divê hemû taksî, pas û mînîpas mercên tenduristiyê û rênmayiyan cîbicî bikin.
-Qadexeya çûnûhatina otomobîlan bo navenda bajarê Silêmaniyê berdewam dibe û welatî bi piyan dikarin biçin navenda bajêr.
-Fermangeh û xezîne û bankên ser bi Wezareta Darayî ku miaş parve dikin dê li ser karên xwe berdewam bin.
Her cîhek û molek rênmayîyên tenduristiyê cîbicî neke, dê bên daxistin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî