YNK sersaxiyê li malbata pêşewayê Terîqeta Qadirî Kesnezanî dike

  2020-07-04 22:37      95 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê Terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî koça dawî kir

Sersaxînameya Serokatiya YNKê:
Birayê me yê rêzdar Şêx Nehro Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerimê Kesnezanî
Kesûkar, malbat û merivên Kesnazanî!
Bi bûneya wefata dawî ya kesayetiyê naskirî û diyar yê gelê me û cîhana îslamî,  serokê Terîqeta Qadirî hezretî Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerimê Kesnezanî ku danê vê sibehê li Amerîkayê koça dawî kir, sersaxiyê li wê dikin û em hevxemiya xwe bi we radigihînin û bi rêya wê jî sersaxiyê li tevaya misilmanan û hemû murîd û bidivçûyên Terîqeta Qadirî Kesnezanî li Kurdistan û İraq û Cîhanê dikin. 
Şêx Mihemed dostekî dêrin yê Serok Mam Celal û kesayetiyekî olî û civakî yê mezin û bi bandor bû li ser astê cîhana îslamî; xwediyê rêbaz û terîqetekî mirovdostî û vekirî bû ku li 92 welatên cîhanê pêgeh û bidîvçûyên wê hebû ye.
Ji bo gelê me cîhê şanaziyê ye, Şêx û kesayetiyekî wiha lêhatî li Kurdistana me tîşkê bîrûbaweriya rêbaza xwe birewşêne û navûbanga wê li hemû cîhana îslamî reng bide. 
Carekî din, em xem û dilgiraniya xwe radigihînin û em dilniyane ku neviyên Terîqeta Qadirî Kesnezanî û bidîvçûyên wê li heman rêbaza îslamî û mirovî dê berdewamiyê bidin bi karên xwe û wek herdem Kurdistaname dê dergûşa bîrûbaweriya miyanrew û bihevre jiyana olî û rêbaza wê be. 
Xwedayê mezin bi behişta berîn şad bike û hûn jî her şad û serbilind û serkevtî bin.
                                                                                                     Serokatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî