Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gîhişt 7048 kesan

  2020-07-04 23:06      67 Car hatiye dîtin        Şîrove
2539 nesaxên koronayê baş bûne û 240 kesan jî canên xwe ji dest dane

Wezareta Tendirustiya a Herêma Kurdistanê, aşkere kir ku di 24 demjimêrên (04-07-2020) bihurî de 204 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê ragihand ku 204 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî vîrusa covid-19 bûne; 25 kes li Hewlêrê, 108 kes li Silêmaniyê, 68 kes li Germiyanê û 3 kes jî li Duhokê hatine tomarkirin.
9 kesan jî di nava 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane; 8 kes li Silêmaniyê û kesek jî li devera Germiyanê hatine tomarkirin.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, li Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve heta niha, 7048 kes bi vîrusa koronayê ketine û 240 kesan canê xwe ji dest dane û 2539 nesaxên koronayê jî baş bûne. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî