Heta niha YNK û Goran gotûbêj li ser alûvêrên postan nekirine

  2020-07-05 18:34      65 Car hatiye dîtin        Şîrove
Civînên nêvbera YNKê û Tevgera Goranê dê berdewam be

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Dr. Soran Cemal Tahîr bi PUKNOW ragihand ku heta niha, YNKê ligel Tevgera Goranê behsa alûvêra postên parêzgariyê nekiriye, lê lijneyek ji herdu aliyan durust bû ye û civînên wan berdewam dike. 
Endamê Polîtburoya YNKê, got: “paş civîna me a ligel Tevgera Goranê lijneyek du kesî ji herdu aliyan hatiye pêkanîn û îro (05-07-2020) civiyan e. Lê di civîna îro de behsa postê parêzgarê Silêmanî û postên din nehatiye kirin”.
Dr. Soran Cemal Tahîr, da zanîn ku civînên YNKê ligel Tevgera Goranê dê bidomin û biryare roja Şemiya bê, carekî din bicivin. 
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî