Li Herêma Kurdistanê 267 kesên din tûşî koronayê bûn û 12 kesên din jî canên xwe ji dest dan

  2020-07-05 20:49      67 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di rojekê de 172 nesax ji vîrusa koronayê pak bûn

Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di 24 demjimêrên bihurî de 267 kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine, 12 nesaxan canê xwe ji dest dane û 172 nesaxên koronayê jî baş bûne.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê (05-07-2020) di nava rojekê de 267 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronayê (Covid-19) hatine tomarkirin; 31 kes li Hewlêrê, 129 kes li Silêmanî, 78 kes li Germiyanê, 20 kes li Raperînê, 7 kes li Helebceyê û 2 kes jî li Duhokê.
Her li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê di 24 demjimêran de 12 nexweşên din ên koronayê canên xwe ji dest dane; 8 kes li Silêmanî, 2 kes li Hewlêrê û 2 kes li Germiyanê. 
Li Herêma Kurdistanê, heta niha bi giştî 7315 kes bi vîrusa koronayê ketine, 2692 pêketiyên koronayê baş bûne û 252 nexweşên koronayê jî canê xwe ji dest dane (li Hewlêrê 31 kes, li Silêmaniyê 217 kes û li Helebceyê 4 kes).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî