Di rojekê de 324 kes bi koronayê ketin û 11 kesan jî canên xwe ji dest dan

  2020-07-06 21:47      82 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ji 7639 pêketiyan 2789 kes baş bûne û 263 kesan jî canên xwe ji dest dane

Di 24 demjimêrên (06-07-2020) bihurî de li Herêma Kurdistanê 324 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 11 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di rojekê de li Herêma Kurdistanê 324 kese tûşî vîrusa koronayê bûne; 137 kes li Hewlêrê, 135 kes li Silêmaniyê, 37 kes li Germiyanê û 15 kes jî li Duhokê hatine tomarkirin.
Hevdem di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 11 nesaxên koronayê jiyana xwe ji dest dane; 5 kes li Silêmaniyê û 5 kes jî li Hewlêrê hatine tomarkirin.
Di heman demê de 97 nesaxên koronayê jî baş bûn; 84 kes li Hewlerê, 9 kes li Duhokê û 4 kes li Helebceyê hatine tomarkirin.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, li Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve heta niha, 7639 kes (li Silêmaniyê 5466 kes, li Hewlêrê 1765 kes, li Helebceyê 205 kes, li Duhokê 203 kes) bi vîrusa koronayê ketine.   
Bi giştî, 263 kesan (li Silêmaniyê 222, li Hewlêrê 37 kes û li Helebceyê 4 kes) canê xwe ji dest dane.
Ji hejmara giştî a pêketiyan, bi giştî 2789 kes jî baş bûne.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî