Wefda YNKê û Yegirtiya Îslamî civiyan

  2020-07-08 14:11      76 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di civînê de gotûbêj li ser pêşkevtinên dawîn yên siyasî û aborî hatin kirin

Wefda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtiya Îslamî, îro (08-07-2020), li Silêmanî civiyan.
Di civînê de gotûbêj li ser pêşkevtinên dawîn yên siyasî û aborî hatin kirin. 
Paş hevdîtinê di civînekî rojnamevanî de naveroka gotûbêjên herdu aliyan bi raya giştî re hat parkirin.
Berpirsê Malbenda 1 a Rêkxistina YNKê Ceza Seyîd Mecîd ragihand; pêwîste bihevre krîzan li paş xwe bihêlin û divê rewşa jiyana hemwelatiyan bê başkirin û got: “baweriya temam ya Hevserokên YNKê bi tebayiya navbera aliyan heye”.
Yekgirtiya Îslamî jî anî zimên ku ew ligel projeya nemerkezî ne û piştgriyê lê dikin û ragihand; pêwîste hikumet budceyekî zêdetir ji bo kontrolkirina koronayê terxan bike  û nabe destkariya miaşên fermanberan bê kirin û divê dawî bi qutkirina miaşên fermanberan bê anîn. 
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî