YNK û PDK banga civînek hebeş ya hemû aliyan dikin
2018-09-10 22:02     353 Car hatiye dîtin      Şîrove
Polîtburoyên YNK û PDKê
Polîtburoyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), îro (10-09-2018) li Hewlêrê, civiyan.
Teksta danezanê:
Roja Duşemiyê (10-09-2018) li Selahedîn, bi serpereştiya serok Mesûd Barzanî û heval Kosret Resûl Elî, herdu polîtburoyên YNK û PDKê, civiyan û mijarên di rojevê de nirxandin û biryarên hewce standin.
Yekem: Di çarçoveya berjewendiyên gelê me û hestiyariya rewşê de herdu aliyan teqezî li ser yekhelwestî û bi hevre karkirin li Bexdad û Kurdistanê dikin. Ji bo vê armancê jî lijneya hevbeş bi berdewamî dê di peywendiyê de bin û amadekariyên pêwîst bikin.
Duyem: Wek dema rabuhirî me bi aşkereyî ragihandibû ji bo yekgirtina navmala Kurdistanê û beşdariya hemû aliyên beşdar di proseya siyasî de, em banga civînek hevbeş li hemû aliyan dkin. Ji bo vê armancê jî komisyonek hatiye erkdarkirin, da ku amadekariyên pêdiviyên vê civînê bike.
Sêyem: Jiber hestiyariya rewşa Kerkûkê û pêwîstiya çareserkirina wê, biryar hat standin, ew lijneya ku di civîna raborî de hatibû pêkanîn, ji bo nirxandin û pêngav avêtinê, dest bi karên xwe bike.
Herdu Polîtburoyên
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)
10 Îlon 2018
Babetên zêdetir