Lahur Şêx Cengî tekezî li ser piştevaniya YNKê ji bo Pêşmergeyên Dêrîn kir

  2020-07-09 11:19      61 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê ligel Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn civiya

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, duhî (08-07-2020), li Silêmanî, bi amadebûna Berpirsê Mekteba Şehîd û Têkoşeran Birhan Seîd Sofî û Berpirsê Borda Têkoşeran û Berpirsê Borda Şehîdan Çiro Omer ligel Komeleya Pêşmergeyên Dêrin ya Kurdistanê civiya. 
Lahur Şêx Cengî di civînê de behsa rol û pêgeha pêşmergeyên dêrîn, xebat û têkoşîn û qehremaniya wan granbuha nirxand; xebata çiyê, bajêr û berevaniya wan li xak, niştiman û YNKê jî hêja zanî.
Paşê, gotûbêj li ser pirsgrêkên komeleyê hat kirin ku jiber kêmkirina miaş û îmtiyazên wan nerazîtiya pêşmergeyên dêrin û xanenîşînan bi xwe re aniye. 

Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî, piştevaniya xwe dubare kir ku wek YNKê hewlên xwe didomînin ji bo çareseriyeke guncaw ji pirsan re bibînin.

Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî