Li Silêmanî roja 12ê Tîrmehê li tev sazî û dezgehên resmî xebat dest pê dike

  2020-07-09 12:56      72 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê hemû fermanberên resmî dest bi kar dikin

Lijneya Bilind ya Operasyonan a Parêzgeha Silêmanî ji bo rûbirûbûna koronayê, rewşa dawî nirxandin û li gor pêşkevtinên dawîn biryarên nû stand.
Lijneya rûbirûbûna koronayê di giştînameyê de ragihand;
-Li tev sazî û dezgehên resmî, 12ê Tîrmeha 2020ê xebata fermanber û karmendan dê li gor biryar, rewş û tedbîrên tenduristî û xweparêziyê dest pê bike.
-Çûnûhatina otomobîlan li navendê bajarê Silêmaniyê, roja 12ê Tirmeha 2020ê li gor rêkar û rênişanên tenduristiyê, îdarî û aramiyê dê asayî bibe. 
Lê biryarên din ku berê hatibûn standin, wek çûnûhatina navbera parêzgehan û daxistina kafeterya û nargîlexaneyan û hîn tedbîrên din yên rêgirtina li vîrusa koronayê, dê wek xwe dimînin. 

Di çarçoveya rûbirûbûna koronayê de li gellek sazî û dezgehên resmî behnvedan hatibû ragihandin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî