Di 24 demjimêrên bihurî de 14 pêketiyan canên xwe ji dest dan û 240 kes jî bi koronayê ketin

  2020-07-13 21:24      190 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Herêma Kurdistanê 1946 pêketiyên koronayê baş bûn

Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 240 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 14 kesan jî canên xwe ji dest dan û 1946 nesax jî (di nav du heftiyan de li Silêmanî 1850 kes) ji vîrusa koronayê pak bûn.
Amarên 24 demjimêrên (13-07-2020) bihurî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê: 
Di 24 demjimêrên bihurî de 240 kes bi vîrusa koronayê ketin (Parêzgeha Hewlerê 70 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 77, Îdareya Germiyanê 76 kes, Parêzgeha Duhokê 3 kes, Parêzgeha Helebceyê 14 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de 14 nesaxên koronayê jiyana xwe ji dest dan (Parêzgeha Silêmaniyê 9 kes, Îdareya Germiyanê 2 kes, Îdareya Raperîn 1 kes, Parêzgeha Helebceyê 2 kes).
Li Herêma Kurdistanê 1946 nesaxên koronayê jî baş bûn (Parêzgeha Hewlerê 75 kes, Parêzgeha Silêmanî di nav du heftiyan de 1850 kes, Îdareya Germiyanê 7 kes, Îdareya Raperînê 6 kes, Parêzgeha Helebceyê 8 kes).
Dawîn amarên giştî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê;
-Bi giştî 9695 kes bi nexweşiya koronayê ketine (Parêzgeha Hewlerê 2443 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 6668 kes, Parêzgeha Duhokê 296 kes, Parêzgeha Helebceyê 277 kes).
-Bi giştî 5324 nesaxên virusa koronayê baş bûne (Parêzgeha Hewlerê 1672 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3312 kes, Parêzgeha Duhokê 190 kes, Parêzgeha Helebceyê 150 kes).
-Bi giştî 340 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane (Parêzgeha Hewlerê 54 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 280 kes, Parêzgeha Helebceyê 6 kes).
Pukknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî