12 pêketiyên koronayê canên xwe ji dest dan û 181 kes jî bi êşa koronayê ketin

  2020-07-14 21:26      147 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 80 pêketiyên koronayê baş bûn

Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 181 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 12 kesan jî canên xwe ji dest dan û 80 nesax jî ji vîrusa koronayê pak bûn.
Amarên 24 demjimêrên (14-07-2020) bihurî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê: 
Di 24 demjimêrên bihurî de 181 kes bi vîrusa koronayê ketin (Parêzgeha Hewlerê 40 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 69 kes, Îdareya Germiyanê 48 kes, Parêzgeha Duhokê 10 kes, Parêzgeha Helebceyê 14 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 80 nesaxên koronayê jî baş bûn (Parêzgeha Hewlerê 41 kes, Îdareya Germiyanê 10 kes, Parêzgeha Helebceyê 11 kes, Parêzgeha Duhokê 18 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de 12 nesaxên koronayê jiyana xwe ji dest dan (Parêzgeha Hewlerê 1 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 10 kes, Îdareya Germiyanê 1 kes).

Amarên giştî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê;
-Bi giştî 9876 kes bi nexweşiya koronayê ketine (Parêzgeha Hewlerê 2483 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 6785 kes, Parêzgeha Duhokê 298 kes, Parêzgeha Helebceyê 310 kes). 
-Bi giştî 5404 nesaxên virusa koronayê baş bûne (Parêzgeha Hewlerê 1713 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3322 kes, Parêzgeha Duhokê 208 kes, Parêzgeha Helebceyê 161 kes).
-Bi giştî 352 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane (Parêzgeha Hewlerê 55 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 291 kes, Parêzgeha Helebceyê 6 kes).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî