Li Herêma Kurdistanê 18 pêketiyên din yên koronayê canên xwe ji dest dan
2020-07-15 20:54     151 Car hatiye dîtin      Şîrove
Di 24 demjimêrên bihurî de 238 kes koronayê ketin û 78 pêketiyên koronayê baş bûn
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 238 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 18 kesan jî canên xwe ji dest dan û 78 nexweş jî baş bûn.
Amarên 24 demjimêrên (15-07-2020) bihurî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê:
Di 24 demjimêrên bihurî de 238 kes bi vîrusa koronayê ketin (Parêzgeha Hewlerê 73 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 64 kes, Îdareya Germiyanê 45 kes, Îdareya Raperînê 34 kes, Parêzgeha Duhokê 9 kes, Parêzgeha Helebceyê 13 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 78 nesaxên koronayê baş bûn (Parêzgeha Hewlerê 44 kes, Îdareya Germiyanê 16 kes, Parêzgeha Duhokê 8 kes, Parêzgeha Helebceyê 10 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de 18 nesaxên koronayê jiyana xwe ji dest dan (Parêzgeha Hewlerê 6 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 11 kes, Îdareya Raperînê 1 kes).
Amarên giştî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê;
-Bi giştî 10 hezar û 114 kes bi nexweşiya koronayê ketine (Parêzgeha Hewlerê 2556 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 6928 kes, Parêzgeha Duhokê 307 kes, Parêzgeha Helebceyê 323 kes).
-Bi giştî 5482 nesaxên virusa koronayê baş bûne (Parêzgeha Hewlerê 1757 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3338 kes, Parêzgeha Duhokê 216 kes, Parêzgeha Helebceyê 171 kes).
-Bi giştî 370 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane (Parêzgeha Hewlerê 61 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 303 kes, Parêzgeha Helebceyê 6 kes).
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir