Li Herêma Kurdistanê 11 pêketiyên din yên koronayê canên xwe ji dest dan

  2020-07-17 02:18      138 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di 24 demjimêrên bihurî de 151 kes bi koronayê ketin û 118 pêketiyên koronayê baş bûn

Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 151 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 11 kesan canên xwe ji dest dan û 118 pêketî jî baş bûn.

Amarên 24 demjimêrên (16-07-2020) bihurî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê; 
Di 24 demjimêrên bihurî de 151 kesên din bi vîrusa koronayê ketin (Parêzgeha Hewlerê 24 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 64 kes, Îdareya Germiyanê 44 kes, Parêzgeha Duhokê 6 kes, Parêzgeha Helebceyê 13 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 118 nesaxên koronayê baş bûn (Parêzgeha Hewlerê 52 kes, Îdareya Germiyanê 7 kes, Îdareya Raperînê 29 kes, Parêzgeha Duhokê 15 kes, Parêzgeha Helebceyê 15 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de 11 nesaxên koronayê jiyana xwe ji dest dan (Parêzgeha Hewlerê 4 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 5 kes, Îdareya Germiyanê 2 kes).

Amarên giştî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê;
-Bi giştî 10265 kes bi nexweşiya koronayê ketine (Parêzgeha Hewlerê 2580 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 7036 kes, Parêzgeha Duhokê 313 kes, Parêzgeha Helebceyê 336 kes). 
-Bi giştî 5600 nesaxên virusa koronayê baş bûne (Parêzgeha Hewlerê 1809 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3374 kes, Parêzgeha Duhokê 231 kes, Parêzgeha Helebceyê 186 kes).
-Bi giştî 381 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane (Parêzgeha Hewlerê 65 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 310 kes, Parêzgeha Helebceyê 6 kes).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî