Li Herêma Kurdistanê 10 kesên din jiber koronayê canên xwe ji dest dan

  2020-07-18 11:19      137 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di 24 demjimêran de 188 kes bi koronayê ketin û 87 pêketî jî baş bûn

Di 24 demjimêran de li Herêma Kurdistanê 188 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 10 kesan canên xwe ji dest dan û 87 pêketî jî baş bûn.

Amarên 24 demjimêrên (17-07-2020) bihurî  yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê; 
Di 24 demjimêrên bihurî de 188 kesên din bi vîrusa koronayê ketin (Parêzgeha Hewlerê 72 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 54 kes, Îdareya Germiyanê 54 kes, Parêzgeha Duhokê 8 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 87 nesaxên koronayê baş bûn (Parêzgeha Hewlerê 42 kes, Îdareya Germiyanê 22 kes, Parêzgeha Duhokê 12 kes, Parêzgeha Helebceyê 11 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de 10 nesaxên koronayê jiyana xwe ji dest dan (Parêzgeha Hewlerê 1 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 5 kes, Îdareya Germiyanê 4 kes).
Amarên giştî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê;
-Bi giştî 10453 kes bi nexweşiya koronayê ketine (Parêzgeha Hewlerê 2652 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 7144 kes, Parêzgeha Duhokê 321 kes, Parêzgeha Helebceyê 336 kes). 
-Bi giştî 5687nesaxên virusa koronayê baş bûne (Parêzgeha Hewlerê 1851 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3396 kes, Parêzgeha Duhokê 243 kes, Parêzgeha Helebceyê 197 kes).
-Bi giştî 391 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane (Parêzgeha Hewlerê 66 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 319 kes, Parêzgeha Helebceyê 6 kes).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî