11 pêketiyên din yên koronayê canên xwe ji dest dan

  2020-07-18 21:35      152 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di 24 demjimêrên bihurî de 142 kes bi koronayê ketin û 118 pêketiyên koronayê baş bûn

Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 142 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 11 kesan canên xwe ji dest dan û 118 pêketî jî baş bûn.
Amarên 24 demjimêrên (18-07-2020) bihurî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê: 
Di 24 demjimêrên bihurî de 142 kesên din bi vîrusa koronayê ketin (Parêzgeha Hewlerê 37 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 48 kes, Îdareya Germiyanê 40 kes, Parêzgeha Duhokê 5 kes, Parêzgeha Helebceyê 12 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 118 nesaxên koronayê baş bûn (Parêzgeha Hewlerê 56 kes, Îdareya Germiyanê 29 kes, Parêzgeha Duhokê 13 kes, Parêzgeha Helebceyê 20 kes).
Di 24 demjimêrên bihurî de 11 pêketiyên koronayê jiyana xwe ji dest dan (Parêzgeha Hewlerê 4 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 4 kes, Îdareya Germiyanê 1 kes, Îdareya Raperînê 1 kes, Parêzgeha Helebce 1 kes).
Amarên giştî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê;
-Bi giştî 10595 kes bi nexweşiya koronayê ketine (Parêzgeha Hewlerê 2689 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 7232 kes, Parêzgeha Duhokê 326 kes, Parêzgeha Helebceyê 348 kes). 
-Bi giştî 5805 nesaxên virusa koronayê baş bûne (Parêzgeha Hewlerê 1907 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 3425 kes, Parêzgeha Duhokê 256 kes, Parêzgeha Helebceyê 217 kes).
-Bi giştî 402 nexweşên koronayê canên xwe ji dest dane (Parêzgeha Hewlerê 70 kes, Parêzgeha Silêmaniyê 325 kes, Parêzgeha Helebceyê 7 kes).
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî