Proseya dendgana taybet bi beşdariyek xurt bi dawî bû
2018-09-28 19:51     348 Car hatiye dîtin      Şîrove
Proseya dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, îro (28-09-2018) li Herêma Kurdistanê, demjimêr 08:00ê sibehê destpêkir û demjimêr 18:00ê êvarî bi dawî bû.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, ragihand; 170 hezar û 468 kes ku ser bi Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge û Dezgeha Asayişê ne, di proseya dengdana taybet dee xwedî mafê dengdanê ne û ji bo vê proseyê jî 93 navendên dengdanê hatine vekirin.
Komisyona Hilbijartinê, da zanîn ku li sînorê Hewlêrê 72653 kes, li sînorê Silêmaniyê 62220 kes, li sînorê Dihokê 3421 kes û li sînorê parêzgeha Helebceyê jî 2175 kes, xwedî mafê dengdanê ne.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, rêjeya beşdariyê di dengdana taybet de aşkere kir uu diyar kir ku rêjeya beşdariyê li parêzgehên Hewlêrê ji % 92, li Silêmaniyê ji % 89, li Duhokê ji %93 û li Helebceyê ji %93 bû ye.
Komisyona Hilbijartinê, aşkere jî kir ku roja 30ê Îlonê jî 2 milyon û 914 hezar û 992 kes dikarin beşdariyê di dengdana giştî de bikin û dengder li 1260 navendên dengdanê dê bikarin dengê xwe bidin.
puknokw
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir