YNK xebatê ji bo bidestxistina mafên zagonî û destûrî yên Herêma Kurdistanê dike

  2020-07-30 04:46      132 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê Encumena Bala ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl Elî pêşwazî li Serkonsolê Amerîkayê Rob Waller kir

Serokê Encumena Bala ya Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî, roja Çarşemê (29-07-2020), li Silêmanî, pêşwazî li Serkonsolê nû yê Amerîkayê ye Herêma Kurdistanê Rob Waller kir. 
Rewşa Herêma Kurdistan, İraq û Rojhilata Navîn û peywendiyên Herema Kurdistan û Hikûmeta Federal ya İraqê û pêngavên çareserkirina pirsgrêkan, mijarên sereke yên gotûbêjên herdu aliyan bûn.
Kosret Resûl Elî di axaftina xwe de behsa siyaseta nû ya YNKê kir û ragihand; YNK herdem ligel lihevhatinêye û xebatê ji bo bidestxistina mafên zagonî û destûrî yên Herêma Kurdistanê dike û moralê dide hikûmeta Herêma Kurdistan û aliyên siyasî ji bo hewlê gîhîştin bi rêkevtinê bidin.
Serokê Encumena Bala ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl Elî di derbarê rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê de tebayî û yekrîziya aliyên siyasî bi grîng zanî û tekez kir ku divê tev hêz û aliyên siyasî beşdarê rastîn bin di Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biryarên siyasî de. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî