Lahur Şêx Cengî û Kosret Resûl Elî civiyan

  2020-07-31 00:29      84 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê Encumena Bala ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl Elî û Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî

Serokê Encumena Bala ya Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî, roja Pêncşemê (30-07-2020), li bajarê Silêmaniyê, pêşwazî li Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa navxwe ya YNKê, rola YNKê di qada siyasî ya Kurdistan û İraqê de û pêngavên bi armanca çareserkîna pirsgrêkan, hat kirin. 
Di vê çarçoveyê de Kosret Resûl, bîr û raya xwe anî zimên û ragihand ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hêzekî mezin e û emaneta xwîna şehîd û têkoşeran e û divê biparêzin û geşê pê bidin û wek herdem di xizmeta hemwelatiyan de be. 
Serokê Encumena Bala ya Siyasî û Berjewendiyên YNKê, got: “YNK ligel rêkevtin û çareserkirina pirsgrêkan e, piştevan û serkêşê pêkanîna çaksazî û şefafiyetêye li ser dahat û xerciyên Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina xizmetê bi hemwelatiyan. 
Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî jî di axaftina xwe de bal kişand li ser civînên navxwe û hewlên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK).
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî