Divê dosyeya Jenosîda Êzdiyan bibe xemekî mirovî, niştimanî û neteweyî

  2020-08-02 20:48      409 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peyama YNKê ya ji bo bîranîna Jenosîda Kurdên Êzdî

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di salroja bîranîna Jenosîda Kurdên Êzdî de peyamek weşand.
Teksta Peyamê;
Peyama Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di bîranîna dilsoj ya Komkujiya Kurdên Êzdî de roja 3ê Tebaxa 2014ê û rojên paş wê, terorîstên rêxistina hovîtiyê DAIŞê bi awayekî wahşiyane êrişî xelkê Şengalê kir û paşê qetliamek mezin dijî civaka dêrîn û resen ya êzdiyan pêk anî.
Di wê tawana dijî neteweyî û niştimanî û însanî de ku ligor zagonên navxweyî û navdewletî, dikeve bergeha tawana jenosîdê bi hezaran hemwelatiyên sivîl bi komî hatin kuştin û bi hezaranên din jî hatin bêserûşûnkirin; bi awayê tawanê rêkxistinî, hovane û wehşiyanê yên kevin û nû, jin û zilamên êzdî jihev hatin veqetandin, li ber çavê civaka modern ya mirovatî di sedsala 21ê de bazara koletî û şermezariyê ya froştin û bazirganiya bi cestê hat zindîkirin. Jinên serbilind û rûsûr yên Êzdî jî ziyanliberketiyên sereke yên wê tawanê bûn. 
Êzdî jiber bineçeya ol û neteweyiyê di dîroka dûr û nêzîk ya vê Rojhilata Navîn de bi dehan caran rûbirû fermana qirkirin, jenosîd û derbederiyê bûne, li pişt heryek ji wan tawanan, hizrekî paşketî ya regezperestî hebû ye; lê, civaka jiyandostî ya êzdî bi berxwedêrî û îradeya xurt, karî bi serbilindî bimîn e. Ji bo niha jî pêwîstiyekî kurdistanî, iraqî û miroviye, kar û xebat ji bo wan bêkirin, da ku bi ser asawarên paş tawanê dij bi wan serbikevin; jiyan û vejandin û avadaniya deverê, bibe karnameya siberojê. Di bîranîna derbasbûna 6 salan bi ser vê tawanê de carekî din em vê komkujiyê û vê daxa pir ji şermezariya DAIŞê û reftarên DAIŞiyan şermezar dikin; serê xwe  di astê kêlên hemû şehîd û qurbaniyan de diçemînin û slavê berxwedêriyê ji kesûkarên serbilind yên şehîdên êzdî re dişînin... 
Di demekê de ku em Jenosîda Êzdiyan bibîr tînin, encamderên vê tawanê ku rêxistina terorîstî DAIŞ e, ji aliyê Hêza Pêşmerge û Artêşa İraqê ve, bi alîkariya welatên dost û hevpeymaniyê ve, rûbirû şikestekî mezin bû ye; lê, hêj beşekî zêde ji tawanbarên vê dosyeyê nehatine destbiserkirin û rûbirû yasayê nehatine kirin û tawanên wan jî wek jenosîd di astê navxwe İraq û nêvdewletî de karê ciddî li ser nehatiye kirin. Hêj ew hizra palderê tawanên bi vî awayî wek xwe ye û dibe bi cilûbergekî din di kemînê de be û bixwaze fezaya jiyan, siberoja civaka pirrengî ya Kurdistan û İraq û navçeyê têk bide; lewra, wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) em tekez dikin ku pêwîste Herêma Kurdistan di astê parlemento, hikûmet û saziyên din yên peywendîdar de di astê partî û aliyên siyasî û nûnerên fraksiyonên Kurdistanê yên li Bexdadê de, dosyeya Jenosîda Êzdiyan, bibe xemekî insanî, niştimanî, neteweyî û hewlê bê navber bê dayîn di çarçoveya zagon û rêkevtinên nêvdewletî de bi taybetî li Dadgeha Tawanên Navdewletî bi resmî wek tawanê jenosîdê dijî mirovî û cengî bê nasandin. Pêkhenerên tawanê jî rûbirû dadgehê bên kirin, kesûkarên qurbaniyan û ziyanliberketî jî bên qerebûkirin. Erkê niştimanî û neteweyî û mirovîye, alî û saziyên peywendîdar bi fedekarî hewl bidin soraxê bêserûşûnkiriyan bikin û çarenivîsa wan yekalî bikin; gorên bi kom bên vekirin û belgename bên parastin, navçeyên ziyandîtî jî bên avadankirin û debara jiyana xelkê bê başkirin. 
Di vê bîranîna dilsoj de slavên germ li kêlên şehîdên Jenosîda êzdiyan û hemû şehîdên Kurdistanê... nifrîn li tawankaran û terorîstan... 
                                                                                                                             Polîtburoya 
                                                                                                   Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî