Bê sînemayekî rastîn û pêşkeftî, werçerxana mezin ya civakî pêk nayê

  2018-10-11 11:57      401 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê Sêyemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmanî Mela Bextiyar

Sêyemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Sîlêmaniyê bi axaftina Mela Bextiyar û amadebûna jimareyek sînemakarên Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê (10-10-2018)  ,dest pê kir. 
Serokê Sêyemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmanî Mela Bextiyar di axaftina xwe de bal kişand li ser peywendiya doza serbixweyiyê û rewşa sînemaya kurd û got: “çawa ku em dibin dawîn netew ji bo bibin xwediyê welatekî serbixwe,;  wiha diyare di warê sînemayê jî de ku warê herî girîng ya hunerê ye, me bi derengî destpê kir. Lê bi ciwanî dest pê kir”.
“Bi bê bûna sînemayekî rastîn û pêşkeftî bi hemû amêr û warên xwe; paş serkeftina siyasî, çaverê werçerxana stratêjîk ya civakî nekin. Di vê em xema berdewambûna vê festîvalê bixwin û netewa me bibe xwediyê sînemayekê ku şanaziyê pê bike”.
Festîval heta 16ê vê mehê dê bidome.
Puknow - mms

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî