Hêzên Dijeterorê Hewlêr ji DAIŞê parast û Mexmûr rizgar kir

  2020-08-10 20:31      125 Car hatiye dîtin        Şîrove
Mela Bextiyar: Dijeteror li Mexmûrê qehremaniyekî dîrokî tomar kir û serkevtin bidest anî

Endamê Encumena Siyasî û Berjewendiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, di navnîşana xwe ya tora civakî faysbûkê de, di vîdyoyekê de, behsa 6hemîn salroja rizgarkirina Mexmûrê (10-08-2014) û parastina Hewlêrê ji DAIŞê û qehremaniya Dijeterora YNKê di şerê dijî terorîstan de dike.
Mela Bextiyar di vîdyoyê de behsa şertûmercên wan rojan, êriş û metirsiya DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê dike û dibêje: 
Dijeterora YNKê serkevtinekî mezin li dijî terorîstên DAIŞê tomar kir û Mexmûr ji destê DAIŞê rizgar kir.
Piştî ku em ji aliyê Kosret Resûl ve hatin agahdarkirin ku Hewlêr di jêr metirsiyê de ye, yekser ligel hevalên dijeterorê Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî, ketin rê. 
Niha jî di bîra min de ye ku em çûn Hewlêrê, dema em ji Pirdê derbas bûn, bi hezaran otomobîl û malbat direviyan, ji aliyê din jî xelk Hewlêrê bicîh dihiştin; le dema hêzên dijeterorê dîtin bi moralekî xurt û bilindkirina Ala Kurdistan û YNKê, morala xelkê bilind bû û nivê ewê reviyan bûn, vegeriyan. 
Piştî ku em çûn Hewlêrê, em ligel Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiyan û di civînê de me dilniyayî da bi Mesûd Barzanî. Min ji Mesûd Barzanî re got, wa Dijeteror hatiye Hewlêrê û dilniya be nahelin DAIŞ Hewlêrê dagir bike, Dijeteroreka me ya xurt heye ku dikare wana bişkînin û dibe ku biçin êrişî Mexmûrê bikin.
Dema em gîhîştin Mexmûrê, Dijeterorê şerekî qehremanene tomar kir; bi rastî qehremantiyek ji wê zêdetir nabe ku Dijeteror û Pêşmerge li Mexmûrê dijî DAŞê tomar kir ku Dijeteror, Sayloya Mexmûrê girt, agirê serkevtinê li Mexmûrê hat vêxistin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî