Muqteda Sedir banga bihevre jiyanê li Kurd dike
2018-10-16 01:50     301 Car hatiye dîtin      Şîrove
Arşîv - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, roja Duşemiyê (15-10-2018) peyamek bi navnîşana “peyama min ji bo kurdên Iraqê û siyasiyan” weşand.
Muqteda Sedir di peyama xwe de cîh daye van risteyan:
“Em dixwazin, hûn ligel me bijîn bi bê cihêbûnê; ev jî wateya herî xurt ya xweşdiviyê ye, wek yekbîn li Iraqekî yekgirtî de. Em dixwazin bihêz û yekgirtî bin, zilm li we neyê kirin û zilmê nekin”.
“Emê parçeyekî nan bi awayekî dadperwerane bihevre parve bikin, em rê nadin destdirêjî bi ser we de bê kirin. Em dizanin kî ji miyanrewiyê hez dike û ji bilî xweşdîvî û rêzdariyê, çi cûdahî di nêvbera Kurd û Ereb de nîne. Êdî werin, rabin ji bo rizgarkirina Iraqê û dev ji beşbeşiyê berdin û ji hemû gendeliyekê dûr bikevin. Bi bûna kesayetiyên pak û rûmetên nû, sozê ji bo Iraqê nû bikin ku serfiraziya we diparêze, pêgeha we bilind dike piştî wê Iraq û gelê wê bilid dike”.
Muqteda Sedir di beşekî din peyama xwe de dibêje: “neslên raborî ligel neslên nû yekûdu bigrin, bila em bihevre bibin piştevanê Iraqê, ji bo ku Kerkûk bibe mînaka bihevre jiyana aştiyanê ji bo hemû pêkhate û neteweyan”.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir