Encamên dawîn yên hilbijartinên Kurdistanê tên ragihandin

  2018-10-18 11:54      344 Car hatiye dîtin        Şîrove
Encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê heftiya bê, wê bê ragihandin

Peyivdarê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar, ragihand ku heftiya bê, ewê encamên dawîn yên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, rabigihînin. 
Şêrwan Zirar, roja Çarşemiyê (17-10-2018) di civîneke rojnamevanî de li bajarê Hewlerê, got: “karên proseya cûdakirina dengan û hûrgilîyên li ser gilînameyan, ber bi dawîbûnê ve dice. Heftiye bê, encamên dawîn yên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê (30 Îlon 2018), ji bo raya giştî dê rabigihînin”.
Şêrwan Zirar, da zanin; karkirin li ser ew gilînameyen li ser sindoqên dengdanê hatibûn tomarkirin, temam bûne, çaverê Encumena Komisyaran dikin ji bo ku di nêv du rojên bê de biryara dawî li ser giliyên li ser sindoqên sor, bide. 
Puknow - mms

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî