Deriyê YNKê ji bo diyalogê ligel aliyan vekiriye
2018-10-21 15:15     397 Car hatiye dîtin      Şîrove
YNK ligel tebîniyan ji encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê raziye
Endamê Polîtburoyê û peyivdarê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre, îro (21-10-2018), li Hewlêrê di civînekî rojnamevanî de ragihand; YNK jiber berjewendiya welatiyan ji encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê raziye.
Seidî Ehmed Pîrê, got: “deriyê YNKê ji bo gotûbêjê ligel aliyên siyasî bi armanca pêkanîna hikûmeta siberojê ya Herêma Kurdistanê vekiriye. Hewl bê dayîn, ew kêmasiyên ku di kabîneya raborî de hene, dubare nebin. Hewceye hikûmeta nû, rexsandina derfeta kar, dabînkirina ewlehî, asayîş û başkirina jiyana xelkê be”.
Derbarê peywendiyên YNKê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de Seidî Ehmed Pîre bi bîrxist ku YNKê ligel PDKê bi dehan tengasî li paş xwe hiştine û birêvebirina Kurdistanê bi pileya yekem di stuyê YNK û PDKê de ye.
Seidî Pîre, yekgirtiyiya Kurd li Bexdadê bi girîng zanî, bi taybetî di nêvbera YNK, PDK û Tevgera Goranê de.
Seidî Pîrê, diyar kir ku divê bi lez parêzgarek ji bo Kerkûkê bê diyarkirin; çunkî, postê parêzgarê Kerkûkê yê Kurd e û bi navnîşan ji bo YNKê ye.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir