Nebûna sratejiya neteweyî û demokrasiyê pirsgirêka herî mezin e

  2018-10-24 23:07      315 Car hatiye dîtin        Şîrove
Rewşa Kurdistan li Rojhilata Navîn

Li gorî baweriya min, pirsgirêka herî mezni ya Netewa Kurd li Rojhilata Navîn, ne ewe ku ne li ser derya ye! Ku Kurd ne li ser deryaye û peywendiyên deryayî ligel dinyaya derve tuneye! Yan, beriya durustkirina balafirxaneyê, balafirxaneya me nebûye, ji bo em bigihêjin dinyayê û dinya bigihêje me..! Berovajî, pirsa herî mezin ya Kurd ewe ku li Rojhilata Navîn e.. Li Rojhilata ne demokrat, li Rojhilata dagirkarî, li Rojhilata tevgera îslamî ya paşkeftî, li Rojhilatekê de ku rêza dîktatoriyê zêdetir e ji ya demokratxwazan û ewqasî jî nasyonalîzma paşkeftî, mezhebçîtiya paşkeftî, aqliyeta paşkeftî di sîstemê de kom bû ne. Ewqasî deshilata wan di nêv jiyana civakî de heye, çi ronahiyekî ji bo guherîn ji bo sîstema nû û ji bo çareserkirina pirsên binçînî yên siyaset, civak, fikir û felsefeyê nehiştiye!
Bi dirêjahiya 102 salên raborî ku Syks Pikot temam bûye, heta niha em şahîdê vê ne ku senaryoya guherîna hikûmetan li Rojhilata Navîn, senaryoya anîna wan hikûmeta ne ku heta niha zerreyek baweriya wan bi stratejiya demokrasiyê nîne! Demokrasiyê weke dekor û wek aksesûare qebûl dikin; lê di rastiniyê de hemû ev hêzên hanê ne, beşek ji wan ji deshilat û beşekî jî ji opozîsyonê, çi ewên hikûmetên nîv derebegayetî yên serdema melîkiyê bûn, çu ewên nûhên  tevgera nasyonalîstiya paşkeftî ya welatên Rojhilata Navîn bûn, tenê ne ereb, belkî turk û fars jî, çi ewên li paş wana jî berbi guherînan  û dinyaya paş sîstema nû ya cîhanê hatiye, bila em temaşe wan bikin, bizanin çiqasî xizmeta demokrasî, medeniyet, guherînan kirin e? Eger, mesele her deshilat be û deshilat, ji despêka damezrandinê ve eve sirûşta wê. Ey, partiyên opozîsyonê ji 75 heta 100 salên raborî û vir ve çi kirin e? Ey alternatîfên bîrdoziyên cûda di 75 salên raborî de li vî welatî çi kirin e? Ewên çepgir, ewên rastgir û naverastên me jî..! Panoramaya 75 salên raborî bînîn ber çavên xwe, çi wekî muxalefet xwediyê stratejiya demokrasiyê nebûye, çi wekî deshilatê jî, dijminên dijwar yên demokrasiyê bûn e.. Vêca, tu li jeopolîtîkekî wiha de, netewa te li her beşê Kurdistanê daxwaza mafên xwe dike, bêguman nagihêje mafên xwe.. Heta niha jî ew guherînen ku divê û dibûya di sed salên bihurî de rû daba na, wekî fars dibêjin: “ji sala 1800ê ve hizra rewşengeriyê li cem me serî hildaye”. Ereb jî dibêjin: “ji sala 1824ê vê hizra rewşengeriyê di nêv me de serî hildaye”! Turkiye jî dibêje: “ji paş tevgera meşrutiyetê ve heta niha, hizra demokrasiyê hatiye nêv me! Ku tevgera meşrûtiyetê di Îranê de yekemîn tevgere ku merc ji bo deshilata paşayetiyê daniye;  temaşe hemû welatên ereban bikin, herî pêşengê wan Mîsre, temaşe bikin, çi serê wê hatiye! Eger derbasî Sûriyê bibin, dibînin Beas li du dewletan xwediyê deshilatê bû. Dewleta Sûriye û Iraq û me dît bi navê nasyonalîzma erebiyê, herdu jî berbi faşîzmê çûn..
Çunkî, ku givaş dixin ser ji bo cûrekî guherîn pêk bînin, vedigerin ji bo resenî û regeza rastîn ya xwe ku regeza bîrdoziya faşîst ya welatên paşkeftî. Herdukyan jî kîmya bikar anîne û yek ji wana ji wan hikûmetan nînin di tengane de hikûmeta herî hov nebin.. Şaş fêm nekin, sedem tenê ne hikûmetin, belkî sedem ewe, ewê ku paşmayî ye, paşmayîya rewşengeriye, guherîna civakî ye, medeniyet e, paşmayiya bicîh hiştina hizra sedsalên naverasteye ji bo aqliyeta hevçerx, ev paşmayî li welatê me, deshilata wê hêj deshilatekî paşkeftî ye.. Hêj deshilatên wê, deshilata rêgirin li pêşiya werguherina mezin ya dîrokî ya me.. Ev jî pirsgirêkeke gellek gellek mezin e ku beşekî zêde ji partiyên siyasî û rewşenbîran, ewqasî bi nerîngeha siyasî temaşe dikin, ewqasî bi nerîngeha civakî, temaşe nakin.. Ewqasî bi nerîngeha bîrdoziya partiyên xwe temaşe dikin, ewqasî bi nerîngeha rewşengerî, guherîn û hemdemiya civakî ya mezin temaşe nakin. Wa temaşe Awrûpa bikin, beriya şoreşa demokrasî rû bide, şoreşa felsefe, rewşengerî, reforma olî rû bide û parzûna çawanî serxistina demokrasiyê, sîstema demokrasiyê, deshilata demokrasiyê li Awrûpayê, hatine pakijkirin. Ku tên paqijkirin jî, xwîna demokrasiyê bi başî tê û diçe; lê, eger pak nekî, dê tûşî kolestrola siyasî bibe û di encam de ew kolestrol dê nehêle xwîn bi srûştî ji bo dilê demokrasiyê, ji bo mêjiyê demokrasiyê biçe, wa Iraq li ber çavan e. Ku tenê jiber ku me got referandûm, ji bilî rexneyan ku hene û têbiniyên me jî hene, lê, me tawanek nekir ku me got: “bila em referandûmê bikin! Me çi tawanek nekiriye, tawanê mêzin yê niştimanî û binpêkirin û binpêkirina destûrê, wiha dike çek û hêzê li dijî wê bê bikaranîn; çunkî, me çî tawanekî wiha nekiriye. Lê, ev hizrên di Iraq û Rojhilata Navîn de hikum dikin, aqliyeteke ku sînorê mafên te, nerîngeha xwe ye, mezhebiya xwe ye, parastina heybeta deshilata xwe ye û her dema ji wê qût bû, hildigere ji bo eslê xwe ku serkutkirin  û artêş bikaranîn, kuştin û xwinriştin, ev jî hemû sedsala me ya raboriyê ye!
Niha, em di çi serdemekê de ne, di dema serdemê cengê yekem û duyem, cengê sar û paş cengê sar, ev jî serdemê globalîzasyonê ye; lê, niha temaşe dunyayê bike û dewletekî ji bo min bîne, bikaribe ji bo me zelal bike ku stratejiyek heye di vê dinyayê de d i xizmeta mirovatiyê de be..! Stratejiyekî mezin nîne ku bi temamî gelên wekî Kurd û mirovên wekî Kurd û xebata medenî ya wekî Kurd, ji xwe dilnaye be? Tiştê wiha nîne! Paş cengê sar, tevlihevî, welatên dinyayê hemu têkçûn, kêbirkêyek bê sînor ya berjewendiyê heye; digotin: “lîberalîzm dawî sîstema cîhanê ye û kotayî dîrokê ye!”. Lê, niha ne cemserek û dudan, belkî bi dehan cemser, li vê dinyayê durust bûne û di encam de Kurd li ber vê şanogeriyê de ye ku şanogeriya çawanî sepandina berjewendiyan, çawanî parastina berjewendiyan, şanoya serkutkirina heta hêzên demokratîk; eger, li beramber, dewletên paşmayiyên dewletên mezin, kompanyayên paşmayiyên kompanyayên mezin, her milletekî wekî Kurd, her çînekî çewskirî, her tevgerekî medenî, ya her tevgerekî mirovayetiyê bixwaze metirsiya herî biçûk li ser van deshilatên siyasî, li ser deshilata civakî peyda bike, ku deshilata civakî li cem min, metirsîdartir e ji deshilata siyasî! Deshilata paşkeftî, deshilata kevneperestî metirsîdartir e ji de ji deshilata siyasî! Çunkî, çavkaniya serhildana hemû sîstemên xerap û çavkaniya hemû fûndamentalîstên terorîstî di nêv civakê de ye, ne di nêv deshilatê de..
Bêguman, bê sînor baweriya min bi azadiya partiyên îslamî yên medenî heye, ew partiyên ku bi çi awayekî bangê ji bo terorê nakin û berovajî, li dijî terorîstanin; lê, bi rastî di sed salên raborî de ji serdema îxwanê ve, heta îxwanan ku neçarbûne berê xwe danê terorê, ji bo kuştina serok û wezîran ji wana Cemal Ebdulnasir. Ev mantalîte, ev bîrdozî reh û koka feodaliyê ye ku yê sedsalên naverastêye û maye, ev metirsîdare ku di nêv civakê de maye..
Ji bo me li van welatên ku hen e, tenê bi erkê siyasî nebînin, tenê erkê çawanî başkirina deshilatê nebînin, belkî, erkê çawanî guhertina civakî bibînin; çunkî, heta guherîna civakî û fîlterekî civakî ya pak nekin ku êdî metirsiya me nebe ji hilgerînê, ji şoreşa xapîner, ji serhildana hêzên fûndamentalîst ya terorîstan, bi dilniyayî halê me dê ji halê me yê niha baştir nebe û sal bi sal diyardeya mezhebgerî li navçeyê dê bihêztir bibe..
Her niha, dinya, dinyayekî şêwawiye, lê heta rêjeyekî, ligel ziyanan, şêwawa dinyaya niha di qezenca me de ye.. Çunkî, me dinyaya yekgirtî û du cemserî dît, me dinyaya kolonyalîzma kevn û nû dît, me dinyaya cengê sar dît, me dinyaya sîstema bi nav sosyalîst dît, me bi nav sermayedarî dît; her dema lihev bikin, Rêkeftinnameya Cezaîrê durust dikin.. Her dema bixwazin serkut dikin. Çend şoreş li dinyayê hatine serkutkirin? Tenê şorêşên Kurd nîne, belkî şoreşên li Efxanistan, li Pakîstan, li Kendavê û li gellek welatên dinyayê hatine serkutkirin. Li Filîstinê, çi bi serê wan de nehatiye kirin? Li Awrûpa û Asyaya Naverast, çi bi serê wan de nehatiye?! Niha, ev tevlihevî di siyaseta nêvdewletî û bandoriya wê li ser Rojhilata Navîn, heta astekî di berjewendiya Kurd de ye ..! Çima?
Wa Rojavayê Kurdistanê.. Eger nakokî di nêvbera Amerîka, Rûsya, welatên ereb û herêmayetiyê de nebe, gelo Amerîka dê li Rojavayê Firatê bingeha leşkerî dayne û piştevaniya PYDê bike? Nake..! Turkiye, eger nakokîya wê ligel Amerîka nebe, Amerîka pirsgirêk ligel Rûsya û li ser ava germ nebe, PKK dikare van karan bike ku niha heye? Nake.. Îran, eger pirsgirêka wê ligel navçeyên din nebe, gelo kes dikare li wî welatî de behsa mafê demokrasî û neteweyiyê bike? Ev çareseriyên hanê, çareseriyên nêvdewletiye û rengvedana wê jî ji bo Kurd baş e.. Lê, Pirsa Kurd di çi de ye? Pirsa Kurd ewe ku heta niha jî partiyên siyasî li hemû beşên Kurdistanê, bi nav ji siyaseta nêvdewletî û siyaseta herêmayetî têgîhiştine..! Bi nav sosyal medya û peywendiyên nêvdewletî û ... hwd yên me hene; lê, dema em tên ser halê realîteyê, wa temaşe hemu beşên Kurdistanê bikin, heta niha, me nekariye dostekî rastîn ji bo xwe bi temamî peyda bikin û li çi welatekî stratejiya demokrasiyê ji bo Kurd nehatiye bidestxistin û em di nêv xwe de li sê beşên Kurdistanê, kerem bike sê parti yan çar partî peyda bikin di warê stratejiyê de rêkeftinek di nêvbera xwe de kiribin û xwendina wan ji bo stratejiya nêvdewletî û herêmayetiyê hebe.. Tenê, li Kurdistanê li çar partiyan bigerin! Herçende, em wek Başûrê Kurdistanê ji beşên din yên Kurdistanê bi tecrubetir in, fermo bibîne: paş çendîn civîn, me proje bir ji bo Bexdadê, projeya hevbeş ya YNKê û PDKê (ez yek ji endamê wefdê bûm) ku biryar û daxuyaniyên me jî wiha bû; heta partiyên Iraqê bersiva projeya me nedin, em hizrê li wê nakin ligel vê hikûmetê rêkbikevin..! Lê, li ser postekî bingehîn, niha em têkûpêk çûne û danûstandinên cûda cuda tên kirin. Ji bo, em çawa biçin Bexdadê û pişka hîzbî bidestbixin!
Mixabin, ew jî paş 100 sal ji ezmunê (tecrubeyê), piştî çendîn şikestên leşkerî û siyasî ku ev jî pirsgirêkekî mezin e û wateya wê ewe, mê bi xwe jî bi rastî di warê stratejiyê de werguherînek mezin nekeriye; da ku ji destkefta hîzbî paşve gavê biavejin û berovajî, ji bo destkeftinên neteweyî û demokrasiyê pêşkeftinên mezin, pêk bînin.
Tebînî: Gotara Mela Bextiyar ku 23 Cotmeh 2018ê li Hewlerê di panela bi navnîşana “Kurdistan li Rojhilata Navîn” de pêşkêş kir.

Puknow

Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî