Kurd bi yekrîzî û bi kongreyekî niştimanî dikare rûbirû metirsiyên liser Kurdistanê bibe

  2020-08-25 15:35      71 Car hatiye dîtin        Şîrove
Mela Bextiyar: Tenê bi yekgirtiyiyê em dikarin ve rewşê di berjewendiya siberoja gelê xwe de derbas bikin

Mela Bextiyar, ragihand; Herêma Kurdistanê jiber pirsên siyasî û aboriyê rastî rewşek dijwar û zehmet bû ye û çareserkirina ve rewşê jî grêdayî reformên bingehîn, yekrîzî û yekgirtiyiya nav mala Kurd û lidarxistina Kongreyekî neteweyî ye ku hemû deng û rengên cûda di jêr yek sîvana niştimanî de kom bike.
Endamê Encumena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, duhî (24-08-2020), li Silêmanî, di panelekê de, ronahî xist liser rewşa hestiyar û metirsiyên liser siberoja Herêma Kurdistanê û rêçareyên ji bo pirsgrêkan. 
Mela Bextiyar, ragihand; kombûna pirsgrêk, krîz, xerabiya rewşa aborî, nakokiyên nêvbera aliyan, gendelî û nedadperwerî, Herêma Kurdistanê rûbirû rewş û durêyekî dijwar kiriye û got: “Tekane rêçare ji bo rizgarbûn ji vê rewşê, çaksaziya rastîn, dadperwerî, vegerandina baweriyê bi hemwelatiyan û yekgirtina nêv mala Kurd e”.
“Wek qonaxa yekem, dibe hemû hêz û aliyên siyasî, rewşenbîr û akademîsyen di kongreyekî niştimanî û neteweyî de berhev bibin û bihevre nexşerêyekê derbasbûnê ji vê rewşê darijînin; çunkî, guherînên li deverê û hevkêşên herêmî û nêvdewletî ne di berjewendiya Kurd de ye û tenê, bi yekrîziya xwe em dikarin vê rewşê di berjewendiya siberoja milletê xwe de derbas bikin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî