Xula Çarem a Parlementoya Kurdistanê çi projeyasayakî budceyê pesend nekeriye

  2018-10-31 22:48      281 Car hatiye dîtin        Şîrove
Xula Çarem a Parlementoya Kurdistanê li şûna xizmeta xelkê, karê siyasî û hîzbî kirîye

Xula Çarem a Parlementoya Kurdistanê, îro (31-10-2018), dawîn rûniştina xwe lidar xist û Cîgirê Serokê Parlementoyê Cafer Îmîlkî, ragihand ku di xula çarem ya parlementoyê de li şûna xizmeta xelkê bikin, hevrikî, karê siyasî û hîzbayetî kirin e.
Cafer Emîlkî ku ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye di daxuyaniyek rojnamevanî de mikur hat ku xula çarem ya parlementoyê li şûna xizmeta xelkê, mijûlî hevrikî û karê hîzbî bû ye û got: “xwezga, me di vê xula parlementoyê de xizmet kiriba, ne hevrikî, karê siyasî û hîzbî”.
Cîgirê Serokê Parlementoyê di gotara xwe ya xatirxwastinê de da zanîn; parlementoyê nêzîkî du salan çi civînek pêk ne anî û di wê demê de ne karî çi projeyasa û biryarekê derbixe û çavdêriya hikûmetê bike û erkên parlementoyê cîbicî bike.
Cafer Îmîlkî behsa vê kir; ji 12 Cotmeh 2015ê ve bi biryara partiya xwe di xala pişkinînê ya li Pirdê, rê bi Serokê Parlementoyê Yusif Mihemed nehatiye dayîn biçe Hewlêrê ji bo civîna parlemetoyê û ji wê rojê ve Parlementoya Kurdistanê jikar hatiye xistin, heta ku  15 Îlon 2017ê hat aktîfkirin ku nêzîkî 2 salan dom kiriye. 
Cîgirê Serokê Parlementoyê, bal kişand li ser van hûrgiliyan ku Xula Çarem a Parlementoya Kurdistanê 131 civîn lidar xistiye û 309 projeyasa û biryar pêşkêş kiriye; ji bo 206 ji wana xwendine yekem hatiyekirin, 103 ji wana jî nehatiya rojeva civîna giştî yê parlementoyê. Di nêv çar salan de 33 projeyasa hatine pesendkirin, 2 projeyasa jî nehatine pejirandin. 
Cafer Îmîlkî, aşkere kir; di nêv çar salan de 826 pirsyar li wezaret û serokatiya hikûmetê hatine kirin; hikûmet û wezaretan bersiva 524 pirsyaran dan e, lê 302 pirsyar heta niha nehatine bersivandin.
Herwiha, bal kişand li ser Maddeya 8 ya peyrewa navxwe ya parlementoyê ku divê, salane di heyva Cotmehê de hikumet diva bû projeyasaya budceyê xistiba ber destê parlementoyê, lê nekir û aşkere kir; “erkê sereke yê parlementoyê gotûbêjkirina projeyasaya budceyê ye, salane di heyva Cotmehê de ji bo parlemanto pesend bike; lê, di Xula Çarem a Parlementoya Kurdistanê çi projeyasayekî budceyê nehatiye pesendkirin”.
Puknow - mms

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî